Li Kopê li dijî êrişan meş 2026-01-23 18:33:11   MÛŞ - Li navçeya Kopê ya Mûşê Platforma Saziyên Demokratîk êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava bi meş û daxuyaniyê şermezarkirin.   Li navçeya Kopê ya Mûşê Platforma Saziyên Demokratîk êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava bi meş û daxuyaniyê şermezarkirin. Di daxuyanîyê de pankarta ‘Xwedîderketina Rojava, Xwedîderketina mirovahiyê ye’ hat vekirin. Dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Sûriyeyê parastina aştîyê heman demê parastina wekhevî û jiyana hevpar a gel ên Rojhilata Navîn e.û ew ê di parastina aştiyê de bi israr bin.   ‘Ev şer li hemberî gelan tê kirin’   Dierbarê êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk, ên li ser Rojava parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî bi bîr xist ku gelê Kurd çawa li hemberî zalim û Dehaqan serî ne tewand, wê îro jî li ber xwe bide û got: “Xwediyên vê zihniyeta gemarî û tarî wê teqez têk biçin. Dewletên navneteweyî, hegemon û çeteyên qirêj ên DAIŞê gihîştine hev li hemberî gelê Kurd bûne yek û dibêjin em Sûriyeyê diparêzin. Em vê nakokiyê, durûtiyê û taritiyê qebûl nakin. Heke malên sivîlan û nexweşxane bê bomberankirin, heke xwecihiyên li wir werin koçberkirin em nikarin bibêjin ku ev şer di nava dewletan de ye.”   ‘Bila keziyên me tirsa we be’   Sûmeyye Boz da zanîn ku ev şer bi hêzên navneteweyî li ser gelê bi rûmet tê kirin û wiha pê de çû: “Çawa ku li Efrînê welat hatin koçberkirin li şûna wan malbatên DAIŞiyan hatin bicihkirin a niha jî dixwazin heman tiştî li Rojava, li Kobanê jî bikin. Lê kesekî ku serî danîne, çok danîne tineye. Ew kesên ku keziyên xwe hunandine û li hemberî taritiyê sekinîne wê vê carê jî van çeteyan têk bibe û dê vê gemariyê, vê taritiyê bi wan keziyên xwe ve daliqînin. Bila keziyên me tirsa we be. Em hêza xwe ji gelê xwe ji rêberê xwe û ji çar parçeyên Kurdistanê distînin. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li tevahî dinyayê bang dike û dibêje berî her tiştî em Kurd in.”