Şagirtên fêrî Kurdî, Suryankî û Ermenkî bûn belge girtin 2026-06-21 11:31:10   AMED - Kursiyerên di kursên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de biserkeftî hînî zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî; Suryankî û Ermenkî bûne belgenameyên xwe yên fêrbûnê girtin.   Şaredariya Bajarê Mezin demeke ji bo kesên dixwazin hînî ziman bibin perwerdehiyê dide. Di bin banê şaredariyê de li gorî daxwazan di beşên cuda yên zaravayên Kurdî, Suryankî û Ermenkî de kursên ziman tên dayîn. Kursiyerên ev demeke bû di van kursan de hînî ziman dibûn. Dersa Ermenkî ya Dawî li Dêra Surp Giragos a Ermenan hate dayîn û belgename piştî guhdarkirina muzîkê bi merasîmekê li Mala Bîranînê ya Migirdîç Margosyan hatin dayîn.