Li Hindistanê 111 kesan ji ber bararanê jiyana xwe ji dest dan 2026-05-16 13:16:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek herêmên Eyaleta Uttar Pradeşê ya Hindistanê ji ber barînên zêde û bahozan 111 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li gelek herêmên Eyaleta Uttar Pradeşê ya Hindistanê ji ber barînên zêde û bahozan, ceyran hatin birîn û trafîk xitimî.    Ji ber rewşa nebaş a hewayî, stûnên ceyranê wergeriyan, dar ji rih ve derketin û zirareke mezin gihişt mal û wesayîtan. Di heman demê de, ji ber bager û bahoza tozê 111 kesan jiyana xwe ji dest dan û 72 kes jî birîndar bûn.