Li Sûdanê zarok ji ber şer û birçîbûnê dimirin 2026-10-02 12:20:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê bêdawî û hişkesaliya ku çandiniyê sekinandiye, Sûdanê ber bi karesateke mezin ve dikişîne. Li herêma Cebel Marra zarok ji ber kêmbûna xurekê û hilweşîna pergala tenduristiyê jiyana xwe ji dest didin. Heya niha 31 zaroj jiyana xwe ji dest daye.   Li Sûdanê, bedela herî giran a şerê berdewam zarok didin. Bi mîlyonan zarok ji ber hilweşîna sektora tenduristiyê û rawestandina dabînkirina xurekên jiyanî, bi xetereya mirinê ya ji ber birçîbûnê û kêmbûna xurekê ya giran re rûbirû ne. Hişyarî tên dayîn ku ji ber hilweşîna şert û mercên jiyanê yên bingehîn dikare nifşek winda bibe.   Şer û pevçûnên berdewam gef li jiyana bi hezaran sivîlan dixwe   Koordînasyona Giştî ya Kesên Koçber û Kampên Penaberan a li Darfûrê, ragihand ku li herêma Sunî ya Cebel Marra ya Rojhilat herî kêm 30 zarok mirine û zêdetirî 100 zarok ji kêmbûna xurekê bandor bûne. Hişyariyên cidî hatin dayîn ku rewşa mirovî û tenduristiyê dikare ji ber hilweşîna xizmetên tenduristiyê û belavbûna birçîbûnê ji kontrolê derkeve. Li gorî raporên mirovî yên ji yekîneya îdarî ya Libba a li heman herêmê, herî kêm zarokek miriye û 135 zarok ji nexweşiyê bandor bûne. Şer û pevçûnên berdewam û rawestandina xebatên çandiniyê yên ji ber hişkesaliyê, li Sûdanê gef li jiyana bi hezaran sivîlan dixwe.   Berdevkê kordînasyonê, diyar kir ku pevçûnên berdewam bi tevahî xebatên çandiniyê rawestandiye û cotkaran neçar kiriye ku erdên xwe biterikînin. Berdevkê, destnîşan kir ku hişkesalî û kêmbûna hilberîna çandiniyê rasterast qeyrana xurekê kûrtir dike û li welat pirsgirêka birçîbûnê girantir dike.   Li aliyê din, rayedarên mirovî yên li rêveberiya Libba li herêma Omo ya Cebel Marra ya Rojhilat, di nav zarokên li herêmê de belavbûna kêmbûna xurekê ya giran piştrast kirin. Rayederan, diyar kirin ku herî kêm kesek miriye, zêdetirî 135 bûyer hatine tomar kirin û ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê hejmara rojane ya bûyeran bi berdewamî zêde dibe.   Rewşa mirovî ya li herêmê ji kontrolê derdikeve   Berpirsê alîkariya mirovî, destnîşan kir ku navenda tenduristiyê ya Libba ji ber nebûna piştgiriya bijîşkî û xizmetên tenduristiyê bi qasî neh mehan bi tevahî girtî maye, di meha Adara borî de ji nû ve vebûye û dest bi qebûlkirina gelek bûyeran kir. Her roj anîna nexweşxaneyê ya zarokên kêm xurekî dijîn, bi zelalî nîşan dide ku rewşa mirovî ya li herêmê ji kontrolê derdikeve.