Şandeya DEM Partî û DBP'ê gihişt Zaxoyê
- 13:19 21 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê ku dixwazin derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, gihişt Zaxoyê.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku hevserokên giştî jî tê de cih digirin, ji bo serdana rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Şande, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Başûr bû û tê payin ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê biçe Rojava. Şande, dê bi partiyên siyasî û nûnerên dînamîkên siyasî yên herêmê re hevdîtinan bike.
Kesên di şandeyê de cih girtin ev in: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Îmam Taşçier, Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, Berdevka TJA’yê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê OHD’ê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û endamê Lijneya Rêveber a Baroya Êlihê Rûstem Siyahtaş.







