Koka dîrokî ya şerê taybet (1) 2026-06-15 09:05:09   Polîtîkayên ji destpêka dîrokî heta roja îro civak dorpêç kirine   Rojda Aydin-Şehrîban Aslan     AMED - Têkoşîna azadiya jinan nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet ne tenê rastiyek rojane ne, lê di heman demê de rastiyek dîrokî ye. Di pêvajoyekê de ku bi jiholêrakirina pêşengiya civakî ya jinan dest pê kir, sîstemên serdest hewl dan ku rastiya li ser jinan bi rêya gelek amûran, ji mîtolojî û olê bigire heta sembol û kodên çandî, nedîtî bikin.   Dîroka mirovahiyê ne tenê dîroka guhertinên aborî, siyasî û civakî ye, lê di heman demê de dîroka têkoşîna zihnî ye jî. Awayê ku civakan bi teşe dikin, têkiliya wan bi xwezayê re, awayên wan ên hilberînê û pergalên wan ên baweriyê jî rêbazên wan ên serdestî û berxwedanê diyar kirine. Bi taybetî dema ku pêvajoya veguherîna ji civaka xwezayî ber bi civaka hiyerarşîk û çînî ve tê lêkolînkirin û dîtin ku hilweşandina sîstematîk a şêwazek jiyanê ya navenda jinê bûye sedema derketina holê ya mînakên pêşîn ên rêbazên şerê taybet.    Armanca van destwerdanan, ji mîtolojiyê bigire heta ol, ji sembolan bigire heta kodên çandî, veguherandina bîra kolektîf, berevajîkirina rastiyê û domandina zîhniyeta serdest bû. Di vê çarçoveyê de, taktîkên şerê taybet ên ku di seranserê dîrokê de hatine pêşxistin tenê bi rêbazên leşkerî ve sînordar nebûne; hişmendiya civakan jî bi amûrên çandî, îdeolojîk û psîkolojîk hatiye hedefgirtin.   Di yekemîn beşa vê dosyeyê de me, di dîrokê de şerê taybet girt dest.    Mirov bi xwezaya duyemîn beşek ji gerdûnê ye    Di paradîgmaya rizgariya jinan de, civakîbûna mirovahiyê wekî derketina holê ya xwezayek nû di nav xwezayê de tê pênasekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi awayekî bingehîn vê rastiyê tîne ziman, mirovahiyê wekî hebûneke xwezayî ya xwe-zan û xwe-fêmker nîşan dide. Ji vê re jî gerdûnîbûna dawîn tê gotin. Abdullah Ocalan hemû zindiyên di pêvajoya çêbûna gerdûnê de wekî aîdî xwezaya yekem pênase dike, di heman demê de dibêje ku mirov di vê çerxê de, beşek ji gerdûnê ne bi xwezaya duyemîn û serdema ku mirov tê de civakî dibin jî ev pêvajo ye. Bi gotineke din, civak wekhev e bi şiklê girtina wekî xwezaya duyemîn, wekî xwezaya cuda di nav xwezayê de.    Her ku mirovan hêza xwe ya ramanê pêş xistin, wan şêweyên rêxistinbûnê jî afirandin. Qebîle û eşîr derketin holê. Pergalên baweriyan pêş ketin. Totem bûne sembolên hişmendiya civakî. Di van şêweyên destpêkê yên rêxistinbûnê de, dabeşkirineke kar di navbera mêr û jinan de hebû ku ne li ser bingeha kedxwarin an serdestiyê bû û jin di navenda jiyanê de bûn.   Hêza jiyanê jin bû    Jin bûn pêşengên rêxistinbûyinê, bûn afirîner û pêşkêşvanên jiyana civakî. Di warên bingehîn ên jiyanê de, ji mezinkirina zarokan bigire heta hilberînê, ji çandiniyê bigire heta aboriyê, roleke diyarker lîst. Ji ber têkiliya wê bi erdê re, rola wê di baştirkirina hilberînê û ji nû ve zayîna jiyanê de, jin di jiyana civakî de wekî hêzek pêşeng dihatin hesibandin. Pêvajoya civakî ya xwezayî li dora xwedawenda dayikê hatiye biteşekirin. Pîroziya jiyanê bi jinan re hate destnîşankirin. Berhemdarî, pirbûn, berdarbûn û afirînerî di şexsê jinê de wateya xwe dîtin. Ev avahiya civakî ku li dora jinan pêş ket, rê li ber şêwazek jiyanê vekir ku bi xwezayê re lihevhatî bû û li ser parvekirinê ava bû.   Bilindbûna kulta xwedawendiyê    Çanda Til Xelef ku di navbera salên beriya zayînê 6 hezar û 4 hezaran de geş bûye, yek ji mînakên girîng ên şêwazek jiyanê ya navendî li ser jinê tê hesibandin. Di vê çanda ku li herêma Serêkaniyê ya Rojava derketiye holê de, bi pêşketina amûrên hilberînê re kulta xwedawendê jî xurt bûye. Jin wekî çavkaniya jiyan, zayîn û berhevê dihatin dîtin. Jinan di zimanê ku dihat bikaranîn û di sembolên çandî de cihekî serdest girtin. Civak hîn ne li ser çînan hatibû dabeşkirin û pêşengiya jinan taybetmendiyek bingehîn a jiyana civakî pêk dianî.   Gavên ewil ên şerê taybet    Li gorî şîroveyên dîrokî yên rizgariya jinan, destwerdanên sîstematîk ên li dijî rastiya jinan bi pêşketina pergalên ku ji hêla mêran ve serdest in dest pê kirine. Zanîn, çand û destkeftiyên civakî yên ku ji aliyê jinan ve hatine afirandin ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatine desteserkirin. Wek mînak, çîrokên li ser xwedawenda çiyayî Ninhursag wekî mînakek ji vê veguherînê têne nîşandan. Ji nû ve şîrovekirina fîgurên jinan di mîtolojiyê de yên ku jiyanê diparêzin û baş dikin bi awayên cuda bi demê re, yek ji amûrên ku ji bo dîtina rola dîrokî ya jinan têne bikaranîn tê hesibandin.   Desteserkirina zanîn û pisporiya ku ji hêla pergala serdest a mêran ve hatiye afirandin, ji hêla tevgera rizgariya jinan ve wekî yek ji awayên pêşîn ên desteserkirina îdeolojîk a di dîrokê de tê binavkirin.   Sembolên jinan ji aliyê mêran ve hatin şeytanîzekirin    Gelek sembolên bi jinan ve girêdayî jî bi demê re wateya xwe guhertine. Her çiqas sembolên wek sêgoşe, heyv, roj, av, erd, genim, dara hêjîrê, dara zeytûnê, mar di çandên xwedawendan de wekî pîroz dihatin hesibandin jî, bi pêşketina pergalên ku serdestiya mêran dikirin re, wan dest bi wergirtina wateyên neyînî kirin. Têkiliya kund ku sembola şehrezayiya jinane ye, bi şansê xirab re, an jî şeytanîkirina gelek fîgurên pîroz ên ku bi jinan ve têne destnîşankirin, wekî mînakên êrîşên îdeolojîk ên li ser rastiya li ser jinan têne nîşandan.   Rêbaza têkoşîna di navbera jin û mêran de    Di navbera salên 4 hezar û 2 hezar berî zayînê de, serdemek çêbû ku tê de hevsengiya hêzê di navbera jin û mêran de dest bi guhertinê kir. Di vegotinên mîtolojîk de, fîgurên jin û mêran dest pê kirin ku bi hev re xuya bibin. Lêbelê, ev serdem wekî serdemek tê dîtin ku êrîşên li ser îradeya jinan zêde bûne.    Çima jin?    Li gorî tevgera rizgariya jinan, di dîrokê de yekem tevgera dijberiyê li dijî jinan hatiye kirin. Zayenda yekem ku kedxwarin û zordarî lê hat kirin jin bû. Ji ber vê yekê, jin wekî hedefa yekem a vî şerê taybet hatin hilbijartin. Rêbazên şerê taybet ên li dijî jinan hatine pêşxistin, di seranserê dîrokê de bi awayên cûrbecûr hatine meşandin. Kiryarên wekî xapandin, zorê, asîmîlasyona çandî, tecawiz, kolekirin û desteserkirina keda jinan di nav rêbazên bingehîn ên sîstemên ku ji hêla mêran ve serdest in de bûn.    Dûrxistina jinan a ji navenda jiyanê ne tenê azadiya jinan, lê azadiya tevahiya civakê jî hedef girt. Li gorî paradîgmaya rizgariya jinan, bersiva pirsa “Çima jin?” di heman demê de bersiva pirsa “Çima civak?” jî dide. Ji ber ku serdestiya li ser jinan wekî yek ji amûrên herî bibandor a ji bo kontrolkirina tevahiya civakê tê dîtin.    Îro, gelek pratîk ji kuştina jinan û tundiya dîjîtal bigire heta bişaftina çandî û siyaseta beden, wekî formên hemdem ên şerê taybet têne hesibandin. Ji ber vê yekê, tevgera azadiya jinan tekez dike ku têkoşîna herî xurt a li dijî polîtîkayên şerê taybet rêxistinkirina jinan, pêşxistina parastina wan a xwe û ji nû ve girêdana wan a bi rastiya xwe ya dîrokî re ye.   Sibehê: Ji NATO’yê ber bi serdema dîjîtal ve: Rêbazên şerê taybet ên li dijî jinan