Gundiyan xebata JES’ê rawestandin 2026-08-07 14:47:13   ÇEWLÎG - Rayedarên şîrketa ku bi cendirmeyan re ji bo xebatên JES’a ku tê xwestin li gundê Licikê yê Kanîreşê bê çêkirin hatibû herêmê, têketina wan a gund ji aliyê gundiyan ve hat astengkirin.   Li dijî projeyên Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê plankirin ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Enerjji Üretim A.Ş. a DYA’î ye ve li navçeyên Gimgima Mûşê û Kanîreşa Çewlîgê bêne çêkirin, bertekên hiqûqî û civakî yên gundiyan berdewam dikin.   Têkoşîna li dijî texrîbatên ekolojîk a li herêmê xurt dibe, di vê çarçoveyê de vê sibê rayedarên şîrketê ji bo ku "xebata qadê" bikin, tevî wesayîtên kar û bi hejmareke zêde cendirmeyan hewldan ku bikevin gundê Licikê yê Kanîreşê.    Gundiyên ku dixwazin jîngeh û xwezaya xwe biparêzin, nehiştin wesayîtên kar bikevin gund û barîkat danîn. Gundiyên ku hewl didin dengê xwe li dijî projeyê bidin bihîstin, diyar kirin ku JES dê çavkaniyên avê yên bin erdê jehrî bikin, sewalkariya li zozanan bi dawî bikin û hevsengiya ekolojîk xera bikin. Gelê Licikê ku debara xwe bi piranî bi çandiniyê û sewalkariyê dike, daxwaz kir ku van xebatên ku bêyî riza wan li ser axa wan têne kirin werin rawestandin.   Sekna gundiyan a li dijî pêşketina wesayîtên kar di bin tevdîrên ewlehiyê yên cendirmeyan de berdewam dike. Hat zanîn ku saziyên civakî û aktîvîstên ekolojiyê yên li herêmê jî ji bo piştgiriyê bidin gundê Licikê ketine nava tevgerê.