Çalakiya li dijî JES'ê di roja 129'an de didome 2026-09-09 16:37:56   MÛŞ -Çalakiya li dijî projeya santrala JES'ê li Gimgimê di roja 129'an dewam dike. Çalakî îro ji laiyê niştecîhên gundê Xwarikê ve dewr hat girtin.   Çalakiya nobetê ya ku li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc.ku navenda wê li DYA'yê ye hatibû destpêkirin, berdewam dike.   Li cihê çalakiyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatibû organîzekirin û niha di roja xwe ya 129'an de ye pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nedin av û axa min" hat daliqandin. Niştecîhên gundê Xwarikê çalakî dewer girtin û pankarteke bi nivîsa "Kokên me li vir in, gundê me li vir e, berxwedana me li vir e; em li vir in" vekirin.   Niştecîhên gundê Zaçexê jî ji bo piştgiriyê serdana çalakiyê kirin; gelek kesî piştgirî dan çalakiyê.