Li Nisêbînê ji bo Rojava bang 2026-01-22 16:28:31   MÊRDÎN – Li Nisêbînê ji bo çalakiya Rojava ya ku îşev bêlidarxistin bangawazî hat kirin.   Li  navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalaki berdewam dikin. Bi pêşengiya DEKUP’ê li Nisêbînê ji bo çalakiya êvarê ya ku ji bo Rojava konvoy û çalakiya deng derxistinê bê lidarxistin, li taxan û esnafan serdan hatin kirin.   Di dema serdanan de bang hat kirin ku “Dem dema xwedî derketina Rojava ye. Roj ne roja bêdengiyê ye. Bila hemû kes deng bide Rojava.” Her wiha bang welatiyan hat kirin ku tevlî çalakiya êvarê bibin.   Her wiha ji bo Rojava meşa ku sibê saet 13.00’an de wê li navçeya Qoserê bê lidarxistin jî bangawazî hat kirin.