‘Êrîş berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ne’ 2026-01-23 09:09:52   Rozerîn Gultekîn   WAN - Endama TJK-E’yê Kezban Dogan da zanîn ku êrîşên li dijî Rojava berdewama komploya 15’ê Sibatê ye û got wê li dijî êrîşan bi hemû partiyên siyasî yên Ewropayê re hevdîtinan bikin û got: “Niha herî zêde hewcedariya Kurdan bi yekitiya neteweyî heye. Yekitiya neteweyî ji bo komkujî neyên kirinê ne, piştî ku komkujî bê kirinê ye.”   Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku di 6’ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê hatin destpêkirin didomin. Li her çar alî Kurdistan û Ewropayê berxwedana li dijî êrîşan didomin. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Kezban Dogan der barê êrîşan û xebatên TJK-E’yê yên li dijî êrîşan de axivî.   ‘Berdewama komploya 15’ê Sibatê’   Kezban Dogan da zanîn ku êrîşên 6’ê Çile ne tenêli hember Kurdên Rojava li hember hemû Kurd û nirxên mirovahiyê ne û got: “Rêber Apo di hevdîtinan de dibêje ‘Rojava xeta min ya Sor e’. Rojava me xeta sor ya me hemûyane.Li Rojava paradîgma azadiya jinê û ekolojîk et jiyanê. Jiyanek ji derveyê modernîteya kapîtalîst nîşan da. Vê rewşê planên hêzên serdest jî xera kir. Li dijî vê hikûmeta HTŞ’ê hat hilbijartin. Colanî tayîn kirin. Colanî li NATO’yê li ser xaliyên sor hat pêşwazî kir. Dewleta Tirk pêvajoya aştiyê her tim taloq kir.Komploya 15’ê Sibatê çi be 4’ê Çileyê 2026’an jî berdewama wê ye. Lê tiştek ji bîr kirine. Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd jibîr kirin.”   Ronahiya ku Arîn Mîrkan afirand hedef digirin   Kezban Dogan destnîşan kir ku  azadiya jinê ya Kurd ku ji bo cîhanê bûye hêvî hedef hatiye girtin û êrîşê li ser jinan ne tesadufin. Kezban Dogan di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “DAIŞ’ê ewil jin hedef girtin. Li dijî van bi felsefeya jin jiyan azadî berxwedan hebû.  Hêzên koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê êrîşek pêk neanîn. Di berxwedanê de taxek mabû. Ji wê taxê ronahî li cîhanê belav bû. Bi saya kê? Bi saya Arîn Mîrkanan.  Niha jî ronahiya ku Arîn Mîrkan afirandiye hedef tê girtin.  Ya hedef tê girtin paradîgma demokratîk a Abdullah Ocalane.”   ‘Yekitiya neteweyî ferz e’   Kezban Dogan balkişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Ji 2012’an de êrîş li hember Rojav didomin. Kurdan bi rihê seferberiyê bersiv dan. Berxwedan mezin kirin.  Bi Kurdan re rihê berxwedanê heye. Lê ev bi tevgera azadiyê rêxistin bû. Kurd di yek dirûşmeyê de tên gel hev û dibêjin ‘Rojava, Rojhilate, Kurdistan yek welate’. Sînor hatibin xêz kirin jî felsefeya Rêber Apo ew sînor rakirine. Lê mixabin ji bo ev yekitî derkeve holê divê kêr bigihêje hestî. Hewcedariya Kurdan niha herî zêde bi yekitiya neteweyî heye. Divê dmeildest yekitiya neteweyî bê îlankirin.  Niha hewce bi yekitiya neteweyî heye, ne piştî komkujiyan.”   Wê hevîtinan bikin   Kezban Dogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me wek tevgera jinên Kurd a Ewropayê ji 10’ê Çile de seferberî îlan kiriye.Ji bo parastina Rojava em ê li her derê çalakiyan pêk bînin. Em bi platformên jinan, enternasyonalîst, femînîst, sosyalîst û komên ‘defeng Rojava’ li qadane. Di serî de dîplomasiya gel em çalakiyên pratîk pêk bînin. Ji bo hevdîtinên bi partiyên siyasî yên welatên Ewropayê rej jî serlêdanên me destpê kirin. Em ê bi partiyên siyasî yên Ewropayê re hevdîtinan bikin.”