Rohilat Efrîn bangî gelê Kurd ê li Ewropayê kir 2026-01-23 11:46:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi navê fermandariya YPJ`ê û şervanên li Rojavayê Kurdistanê, Rohilat Efrîn bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniyê berê xwe bidin Rojava û daxwaz kir ku tev li meşa îro ya li Dortmundê bibin.   Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn bi rêya dîmenekî ji bo Kurdên li derveyî welat û der barê meşa ku dê îro saet 17:00`an li bajarê Dortmund ê Almanyayê bê lidarxistin, bangewazî kir.   Rohilat Efrîn diyar kir ku bi navê Fermandariya YPJ`ê û tevahî şervanên li Rojavayê Kurdistanê, meşên bihêz ên gel ên li Ewropayê bi dil û can silav dikin.   Rohilat Efrîn bang li gelê li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniya gelê Rojava hemû dakevin qadan û tev li meşê bibin û wiha got: “Rojava bi meş û germahiya we, xwe bi tenê nedît. Bila hemû ciwan û jinên Kurd bi yek deng, rih û îradeyê berê xwe bidin qada Rojava. Ev roj û dem ên rûmet, azadî û xwedîderktina li axê ne.”   Rohilat Efrîn da zanîn ku ew ê her li hemberî dijminên xwe biryara jiyan û îradeya azad bidin û ev daxwaz kir: “Em ji gelê xwe dixwazin dûrî provokasyonên ku di meşan de tên kirin, bikevin.”