Li Mêrdînê çalakiya deng derxistinê 2026-01-23 22:35:17   MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên wê li dijî êrîşên li hember Rojava çalakiyên deng derxistinê pêk hatin.   Li navçeyên Artuklu, Qoser, Nisêbînê  li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên Tirkiyeyêyên li dijî Rojava çalakiyên degn derxistin pêk hatin. Welatiyan konvoy ava kirin û li korneyan dan. Hinek welatî jî beroşên ji mala xwe girtin daketin kolanan û deng derxistin.   Welatiyan daxwaz kir ku demildest êrîş rawestin.   Li Nisêbînê jî jinan agir pêxistin û li dijî dîmenên birîna porê şervaneke YPJ’ê ya ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bi tilîliyan keziyên xwe hûnandin.