ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-24 09:00:00     * Gonul Uzunay ya DBP’î da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd hîmê pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" ava kiriye û êrîşên li hember Rojav ali dijî pêvajoyê ye. Gonul Uzunay da zanîn ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. BI DÎMEN    * Seroka ÎHD’a Stenbolê Jiyan Tosun da zanîn ku li Rojava hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha got:  “Saziyên navneteweyî ji bo rawestandina binpêkirina mafan divê bang li mekanîzmayên navneteweyî bike û faliyetên şopandinê bidomîne. Tiştên li Rojava tên jiyîn di alî mafê mirovan de ezmûneke girane.” BI DÎMEN    * Endama Însiyatîfa Rêzdariya li hember Mirî û Edaletê, Burcu Çelîk Ozkan da zanîn ku li Kurdistanê şîn tu car neqedyaye û jinan şîna xwe veguhertine têkoşîneke mezin. Burcu Çelîk Ozkan wiha got: “Ji her bûyer tê jiyîn divê em hewl didin têkoŞîneke jinê ya xurt ava bikin.” BI DÎMEN    *Sabahat Erdogan Saritaş a DEM Partiyî da zanîn ku li Rojava destkeftî di hedefê de ne û wiha got: “Li vir meşandina pêvajoya aştiyê û li wir li Kurdan xistin nikare bê qebûlkirin.” BI DÎMEN    *Jinên Qoserê ku bertek nîşanê êrîşên ser Rojava dan, destnîşan kirin ku hemû dewletên navneteweyî piştgiriya DAIŞ’ê dikin. Jinan, banga yekîtiyê li hemû kurdan kir.  BI DÎMEN    * Ji Platforma EŞÎKê Gulîzar Îpek Bilek, komkujiyên DAIŞê li Ewropayê bi bîr xist, li dijî HTŞ'ê hişyarî da cîhanê û got, "Ger ku ew model hilweşe, tarîtiya DAIŞ'ê dê careke din li Rojhilata Navîn serdest be. Ger em behsa rizgariya jinan dikin, werin em vê modelê biparêzin." DÎMEN HEYE   * Parlamentera Îtalyayê Francesca Ghirra diyar kir ku divê Ewropa ji bo rawestandina êrîşên li dijî gelê Rojava bêtir hewl bide, wekî din dê DAIŞ li herêmê û li Ewropayê ji nû ve zindî bibe û got "dorpêçkirina Kobanî nîşanek xirab e." DÎMEN HEYE   * MIA-FED Nazîme Avras ku êrîşên HDTŞ'ê yên li ser Rojava wekî "fetîh" bi nav kir û got, "Sûreya Enfal dibêje ku em li dijî kesên ku neheqiyê dikin derkevin. Divê em Sûreya Enfal bixwînin. Em li dijî neheqiyê têbikoşin. Bese, Zîlan jî got, " Bêrîtan teslîm nebûn; di nav Kurdan de teslîmbûn tune ye. Ew jinan dikujin û 'Allahu Ekber' (Xwedê Mezin e) diqîrin. Ger Pêxember Muhammed sax bûya, wê ji ber tiştên ku tên kirin ew ceza bikira." DÎMNEN HEYE