Li Kobanê mîtîngek mezin hat lidarxistin 2026-01-24 17:10:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Firatê mîtîngek ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê lidar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku divê ew bi berxwedana xwe xeyal û planên dijmin têk bibin.   Şêniyên kantona Firatê mîtîngek li hember êrişên li ser Kobanê, li Qada Şehîd Egîd lidar xist. Mîtîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Dûre fermandarê şervanên parêzvanên Girtîgeha Eqtana Cemîl Mazmûl axivî.   Cemîl Mazmûl diyar kir ku berxwedana ku li Girtîgeha Eqtana hate meşandin, berxwedaneke herî bi hêz bû û wiha got: “Dijmin her ji her alî ve êriş dike, tişta ku ji gelê me tê xwestin li pişta şervanên xwe be û bê dudilî berxwedanê bike. Ji ber ku îro dem dema hebûn û nebûnê ye. Lewra divê em berxwedanê xurttir bikin û hêza xwe xurttir bikin. Em tu carî dest ji gelê xwe bernadin, me berê xwe da bajarê Kobanê, ji ber ku em dizanin Kobanê ji her çar aliyan ve dorpêçkirî ye. Em di parastina rewa de ne, heta vê kêliyê me êriş nebiriye ser kesî, lê dijmin bi awayekî xedar êrişî me û gelê me dike. Divê gelê me li pişta şervanên xwe be û hêza xwe ya berxwedan û têkoşînê xurttir bike, da ku em xeyal û planên dijmin têk bibin.”   Mîtîng bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.