Li Rojava seferberî:Berpirsyariya me piştgiriye 2026-01-24 18:12:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê gundên Til Cemal û Sêgira yên bajarê Girkê Legê ji keç û xortên xwe yên li eniyên şer re xwarinê amade dikin û digihînin wan.   Şêniyên gundên Til Cemal û Sêgira yên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi çêkirina xwarinê û gihandina ji keç û xortên xwe yên li eniyên şer re piştevaniyê dikin.Gundiyan da zanîn ku ev gav nîşana sekna wan li kêlek hêzên xwe û dilsoziya bi wan re ye. Şêniyan got ew ê di her warî de çi manewî û civakî piştevaniyê bidin şervanên xwe.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) kesên xwarin amade kirine wiha gotine: "Erka me ya îro hevgirtin û piştevaniya hêzên xwe, keç û xortên xwe yên li eniyan e. Ew parastina me tevan dikin."   Her wiha diyar kirin ku ku ev tiştê herî hindik e ku ew dikarin pêşkêş bikin û ew ê heta pêkanîna ewlehî û aramiyê piştevaniya hêzên xwe bikin.