Kobanê: Bajarê berxwedana jinan bi dagirkirinek nû re rû bi rû ye 2026-01-25 09:03:20   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2014’an de Kobanê ku bu sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê îro ne di bin dagirkirina çekan de di bin dagirkirina maseyan de ye. Bajarê bi têkoşîna azadiya jinê hat bidestxistin bi pêvajoyek tasfiyeyê ya nû re rû bi rû ye.   Kobanê ya sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê ye îro di bin dagirkirinek cuda de ye.  Ne guleyên topan, bi agirbest, bazar û nezelaliyê hatiye dorpêçkirin. Kobanê di 2015’an de dema hatibû azadkirin hemû cîhanê bala xwe dabûyê. Lê salên derbasbûyî  qedera bajar navbera ‘azadî’ û ‘tehdîdê de’ hat hiştin. Li Kobanê çek bêdeng nebûn. Tenê xetên eniyê guhert. Kobanê ya ku DAIŞ’ê xera nekir, niha li ser maseyan pêşeroja wê tê teşekirin.   Kobanê (Ayn el-Arab),  di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bajarê ku pêşketin guhert bû. Di 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Kobanê bû sembola têkoşîna jinan, berxwedan gel û hevsengiyên navneteweyî.êrîşên li hember Kobanê piştî azadbûna wê jî bi teşeyên cuda berdewam kir.   DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê   DAIŞ’ê di îlona 2014’an de berê xwe da Kobanê.  DAIŞ’ê li Kobanê ne tenê hedefa leşkerî,  tunekirina jiyana jinan hedef kir. Di 15’ê îlona 2015’an de bi sedan gundê Kobanê hedef hat girtin. DAIŞ demek kurt de bajar dorpêç kir. Bi hezaran sivîl koçber bûn.   Kolan bi kolan berxwedan   Di meha cotmehê de pevçûnan li navenda bajar rû da. DAIŞ’ê bi çekên giran pêş ketin. Di vê pêvajoyê de YPG û YPJ’ê bersiv da DAıŞ’ê û di eniya pêş de şervanên jin girtin. Vê berxwedanê îdeolojiya dijminê jinê ya DAIŞ’ê hedef girt û pêşî li pêşketina DAIŞ’ê girt.   ‘Kobanê bikeve mirovahî dikeve’   Êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê tenê wek pevçûnek leşkerî nema; li sernasrê cîhanê pêla çalakiya siyasî û civakî ya berfireh jî bandor kir. Ji Ewropyaê heta Rojhilata navîn, ji Amerîkayê heta Avustralyayê, bi dirûşmeya ‘Kobanê bikeve wê mirovahî bikeve’ çalakî û meş pêk anîn. Kobanê ne tenê wek bajar, wek sembola têkoşîna azadiyê ya ku jinan jê re pêşengî kir, xwedî lê derketin. Di çalakiyên hatin kirin de daxwaza piştgiriya hewayî ji bo Kobanê hat kirin. Li Latîn Amerîkayê tevgerê jinan daxuyaniyên pitşevaniyê dan. Rêxistinên femînîst berxwedana Kobanê wek serhildaneke jinê ya li dijî patrîyarkal  pênase kir.   Li Tirkiyeyê protestoyên Kobanê   Li Tirkiyeyê jî li gelek bajaran çalakiyên piştevaniyê hatin meşandin. Li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan, Colemêrg, Mêrdîn û gelek bajaran çalakî pêk hatin. Bertek nîşanê êrîşên li hember Kobanê hat dayîn. Di êrîşên li hember çalakiyan de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û i hezaran kes hatin binçavkirin.   Berxwedana Kobanê di rayagiştî ya navneteweyî jî guherîn kir û gelek rêxistinên mafê mirovan, ji bo parastina sivîlên  li Kobanê banga parastinê û vekirina korîdorên alîkariya mirovahî kirin. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî, balkişand ser koçberî û windahiyên sivîl û Kobanê di nava ‘herêmên krîza mirovahî ya lezgîn’ de nirxand.   Riya çû berxwedanê   Di êrîşên hewayî yên Koalîsyon, berxwedena li bajar û taqwiyeyan re DAIŞ vekişiya. Di 26-27’ê Çileyê 2015’an de Kobanê bi giştî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Li gorî raporên saziyan nêzî 300-350 şervanên YPJ-YPG’ê jiyana xwe ji dset dane. Beşek girîng jî şervanên jin bûn. Piştî azadbûna Kobanê di 25’ê hezîrana 2015’an de endamên DAIŞ’ê ketin bajar û sivîl hedef girtin. Di êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da.   Ji nû ve avakirin û tehdîd   Ji 2016’an heta niha li Kobanê xebatên avakirina nû hatin meşandin. Meclîsê jinan, rêxistinên jinan yên herêmî di pêvajoya avakirina nû de rolek aktîf lîstin.  Lê bajar ji ber aloziya leşkerî ya xeta sînor û êrîşên hewayî dibin tehîdê de ma.di 2019’an de Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş da destpêkirin û Kobanê ji nûve hat rojevê. Di 2022 û piştî vê de jî bajar her tim hedef hat girtin.   Îro Kobanê   Kobanê piştî di 2015’an de li dijî DAIŞ’ê bi ser ket û azad bûn, bû nokteya krîtîk a pêvajoya veguherîna siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Destkeftiyên bi pêşengiya jinan hatin bidestxistin bûn hedefa bazarên siyasî û leşkerî. Vê çarçoveyê de di 18’ê Çile de peymaneke agirbest û entegrasyonê ya 14 salî hat îmzekirin. Di peymanê de tê gotin ku divê QSD çekan berde, kontrola îdarî û ewlehiyê dewrê saziyên dewleta Sûriyeyê bikin.   Li Kobanê rewşa mirovî   Îro li Kobanê xizmetên ceyran, av û sotemeniyê bi awayekî cidî tên astengkirin. Ev jî rewşa mirovahî giran dike. Jin, zarok, kal û pîr pirsgirêkên cidî dijîn.