Li Rihayê çalakiya porhonandinê 2026-01-25 15:42:31   RIHA - Jinên li Rihayê li dijî birîna porê şervanek YPJ'yî ya ji aliyê endamekî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve di dema êrîşên li ser Rojava de, bi honandina porê xwe, nerazîbûn nîşan dan.   Piştî vîdyoya ku li ser înternetê hat parvekirin, ku tê de endamekî HTŞ'ê di dema êrîşên li ser Rojava de keziyê şervanek YPJ'ê nîşan dide, bertek berdewam dikin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), jin li navçeya Wêranşar a Rihayê kom bûn û bi honandina porê xwe êrîş protesto kirin.