Xelkê Qamişloyê nobeda xwe ya li dijî êrişan didomîne 2026-01-25 20:47:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Qamişloyê nobeda xwe ya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojava re li dijî êrişên li ser Rojavayê berdewam dike.   Niştecihên Qamişloyê ku beşdarî seferberiya li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li dijî Rojavayê, nobedariya xwe didomînin. Tevî agirbesta ragihandî jî, êriş ku bûn sedema mirina zarokekî û birîndarbûna sê zarokên din, berdewam dikin û gel li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn nobedariya xwe didomîne.   Li Qamişloyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîl di çarçoveya nobedariyê de deverên ketin û derketina bajêr kontrol dikin û di heman demê de li kolanan li dijî her êrişeke muhtemel hişyar in. Kesên ku nobedariyê didomînin, wesayîtên ku dikevin bajêr û derdikevin jî kontrol dikin.