Parêzerê Komkujiya Garê: 150 DAIŞ’i yên hatine hilbijartin kî ne? 2026-01-26 09:04:56   Melek Avci   ENQERE - Parêzera Doza komkujiya Garê Senem Doganoglu da zanîn ku gumanbarên komkujiyên li Tirkiyeyê pêk hatine li girtîgehên ku HTŞ’ê vala kirine ye û got: “Di ekîba ewil a ku DAIŞ û HTŞ’ê berdan de ew hebûn? 150 DAIŞ’iyên hatin hilbijartin û şandin Iraqê kî ne?”   Êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê êrîşên li ser Rojava didomînin û di çarçoveya êrîşan de girtîgeh û kampên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de girtibûn hatin valakirin. Îdiyên ku sûcdarên li girtîgeha şandine Iraqê hene û di çapemeniyê de tê dîtin ku sûcdar ji zû de tevli HTŞ’ê bûne.   Parêzera doza komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê Senem Doganoglu der barê mijarê de axivî.   ‘1500 mîlîtanên DAIŞ’ê niha li Reqayê ne’   Senem Doganoglu da zanîn ku bi êrîşên HTŞ’ê re girtîgeh û kampên ku sûcdarên DAIŞ’ê de tê de girtibûn hatin valakirin.Senem Doganoglu wiha got: “Gelek girtîgeh û du kampên mezin hebûn. Li El Hol HSD’ê  got gelek kes birîndar bûne û mirine û ji bo parastina wan ji pêvajoyê kişiya. Der barê kampa Roj de ku DAIŞ’î yên mêr tê de bûn hîna agahî tuneye. Di ya El Hol de jin û zarok dihatin rêxistinkirin. Lê mijara esas girtîgeh in. Hevkariyeke HTŞ-DAIŞ’ê ya ku hîna îro Reqa bi dronan bombebaran kirin heye. HSD bi ewle ji wir derket. Çawa derket niha 1500 mîlîtanên DAIŞ’ê li Reqeyaê ne. Reqa jixwe paytexta DAIŞ’ê bû. Dilê wan jî ji bo Şedadê davêt. Ev pêvajo jixwe bi girtîgeha Şedadê destpêkir.”   HTŞ’ê çima girtîgeh vala kirin?   Senem Doganoglu da zanîn ku HTŞ li ser valakirina girtîgehan sekiniye û got: “Me di van 15 rojan de dît ku HTŞ û DAIŞ ji hev ne cuda ne. Ger ne mîlîtanê te be tu çima hewl didî girtîgehan vala bikî? Di pêvajoya peymaneke der barê hevdîtina koalîsyona navneteweyî de ye û vê dike.  Nûçeyên wek hatine berdan hatin çêkirin. Jixwe HSD'ê xwe vekişandibû. Koalîsyona navneteweyî ji bo kampê gotibû ‘me daye rêveberiya Sûriyeyê’.  Em behsa çeteyekê dikin. Ji ber vê jî em dibêjin çima van çeteyan berdidin.”   ‘Gumanbarên komkujiyên li Tirkiyeyê di girtîgehên HTŞ’ê valakirin de bû’   Senem Doganoglu da zanîn ku di girtîgeha Geverem de DAIŞ’iyên ku komkujiyên Tirkiyeyê kiribûn dihatin girtin û got: “Mînak Savaş Yildiz dihat girtin. Niha em aqûbeta wî nizanin. Dîsa Îlyas Aydin. Huseyî Perî, Savaş Yildiz komkujiyên li Tirkiyeyê organîze kiribûn. Ew jî li wir dihatin girtin. Îlham Bali yê ji dosya komkujiya Garê dihat diarzandin di girtîgeha HSK’ê de dihat girtin û texmînek mezin gotibû li Hesekê ye.”   150 DAIŞ’iyên hatin hilbijartin û şandin Iraqê kî bûn?   Senem Doganoglu wiha berdewam kir: “Niha ev kes bi ku de çûn. Di ekîba ewil a DAIŞ û HTŞ’ê berdan de ew hebûn gelo? An jî nava 150 DAIŞ’iyên ku şandin Iraqê de hebûn an na? Ev 150 kes li gorî çi hilbijartin. DAIŞ ji girtîgehan derket. Derbaskirina sînoran jixwe em dizanin. DAIŞ rêxistineke ku qirkirinê dike, komkujiyan dike ye. Em nêzîkatiya wan a li hember jinan dizanin. Ev hem ji bo Rojava, hem ji bo Iraq û ji bo Tirkiyeyê jî tehdîdek mezin e. Bi salan e Tirkiye bûye riya debasbûnê. Ev bi belgeyan hatiye tespîtkirin. HTŞ û DAIŞ wek hev in. Heman îdeolojiyê diprêzin. Em ê niha bi nifûseke DAIŞ’ê ya ku hatiye rizgarkirin re bijîn.”