Ji ber hewaya sar zarokek din jî jiyana xwe ji dest da 2026-01-26 10:39:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrîşan bi deh hezaran kes çûn Qamişloyê. Di nava sivîlên li mizgeft û dibistanan de zarok, jin û kal rû bi rûyê şert û mercên giran in; zarokekî nexweş ê 13 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.   Êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê dibe sedemê karesateke mirovî.   Li gorî daneyên ji aliyê meclîsên gel ve hatine parvekirin, ji ber êrîşên ji destpêka meha Çileyê û vir ve dewam dikin ji bejahiya Hesekê, Tebqa, Reqa û Eyn Îsayê 136 hezar kes ku piranî ji Efrîn û Serêkaniyê ne, neçar man ku biçin Kantona Cizîrê.   Sivîlên ku ji cihên xwe hatine kirin li mizgeft, dibistan, dêr û hwd têkoşîna jiyanê didin. Ji ber sermaya zivistanê jî, krîz hîn girantir dibe. Bi taybetî zarok, kal û nexweşên kronîk ji ber hewaya sar di xeteriyê de ne.   Duh li Qamişloyê zarokekî 13 salî yê nexweş li mizgeftê ji ber hewaya sar jiyana xwe ji dest da, ev yek bû yek ji mînakên herî bi êş a rewşa li wir. Ji ber kêm derfetiya tîmên tenduristiyê û nebûna derfetên germbûnê, fikar heye ku bûyerên wiha zêde bibin.   Beşekî mezin ê koçberan, jin û zarok in. Gelek dayik cil û berg û bataniyeyan ji bo zarokên xwe ji sermayê biparêzin, nabînin. Ji ber nebesiya şert û mercên hîjyenê, pitik rû bi rûyê xeteriyên cidî yên tenduristiyê ne. Jin hem li zarokên xwe dinêrin, hem jî hewl didin li ser piyan bimînin.   Kesên kal jî ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, zehmetî dikêşin. Gelek kal û nexweşên kronîk ku divê bi rêk û pêk derman bi kar bînin, nikarin tedawiya xwe bidomînin.   Tiştên ji bo pitikan ên mîna şîr û hwd, bataniye û kel û pelên ji bo germbûnê, xurek, çavkaniyên ava paqij, derman û xizmeta tenduristiyê bi rengekî lezgîn pêwîst in. Hin TIR’ên alîkariyê yên ji aliyê saziyên alîkariyê ve tên şandin, têra pêwîstiyan nakin.   Koçberek ji Serêkaniyê ev tişt got, “Berê em li Hesekê li kampekê bûn. Dema êrîş destpê kirin, bi malbata xwe re em neçar man werin vir. Hewa pir sar e. Zarokên me nexweş dibin. Mayîna li vê mizgeftê ne ti hal e. Duh li vir zarokekî 13 salî xwe li ber sermayê negirt û jiyana xwe ji dest da. Yekane tişta em dixwazin şer bi dawî bibe û em vegerin mala xwe.”   Koçbereke din a jin jî bal kişand ser pêdiviyan:   “Malbatên ku beriya me hatin vir, hin kel û pelên xwe ji me re hiştin lê têrê nake. Îro 5 malbatên din jî hatin. Herî zêde pêwîstiya me bi şîr û malzemeyên zarokan heye. Ji bo zarokên xwe em tiştekî nabînin.”   Tevî hemû zehmetiyan daxwaza hevpar a sivîlên ji cihên xwe hatine kirin: Li holeke bi ewle vegerin malên xwe. Lê êrîşên dewam dikin û rewşa nediyar, vê hêviyê her roja borî hîn zehmettir dike.