'Ger zarokên Kobanî ne di ewlehiyê de bin tu zarok ne di ewlehiyê de ne' 2026-01-26 13:20:01   MÊRDÎN - Li Nisêbînê, Komîsyona Mafên Zarokan a DEM Partiyê û rêxistinên mafên zarokan derbarê êrîşên li Rojava û rewşa zarokan de daxuyaniyek dan û gotin, "Ger pênc zarok li Kobanî bicemidin û bimirin, ger zarok li wir ewle nebin, wê demê zarok li tu deverek cîhanê ewle nînin." Bi daxuyaniyê peyama berdewamkirina têkoşînê dan.   Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ligel rêxistinên zarokan û parêzvanên mafên mirovan, li Nisêbînê li dijî êrîşên li Rojava meş û civîna çapemeniyê li dar xistin. Meş ji ber avahiya navçeya DEM Partiyê dest pê kir û ber bi Parka Aştiyê ve berdewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Korîdora mirovî ji bo zarok û sivîlan", "Kes azad nîne dema ku zarok di bin dorpêçê de ne", "Tiştek di bin dorpêçê de ne mirovahî ye" û pankartên bi nivîsên "Zarok ne alîgirê şer in" hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Zarokên Rojava ne bi tenê ne" hatin berzkirin.   'Jiyana hemû zarokan biqîmet e'   Parlamentera DEM Partiyê Bêritan Guneş Altin axivî û pêşî ciwanê ji Kobanî yê li Tarsusê hat kuştin bi bîr anî. Berîtan Guneş diyar kir ku çîroka "Kobanê ket, an jî li ber ketinê ye" dubare dibe û got, "Ji zarokan re dibêjin ku mafê wan ê jiyanê tune. Kobanî neketiye û nakeve. Zarokên li Rojava, mîna hemû zarokên cîhanê, dê mafên xwe bi dest bixin. Em ê ji bo her zarokekî li vir bin. Heta ku dorpêça Kobanî neyê rakirin, heta ku korîdorek mirovî ji bo Kobanî neyê vekirin, em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Wekî parêzvanên mafên zarokan, zarokekî ji Rojava ji tu zarokekî din ê cîhanê ne cuda ye. Jiyana hemû zarokan bi qîmet e. Ger tarîtiya DAIŞ'ê ji nû ve were afirandin, peyama me zelal e; têkoşîna me dê berdewam bike. Ger pênc zarokên Kobanî ji cemidandinê dimirin, ger zarok li wir ewle nebin, wê demê zarok li tu deverek cîhanê ewle nînin. Em soza têkoşîna xwe didin. Zarok ne tenê pêşeroja civakekê ne, lê di heman demê de damezrînerên wê yên sibê ne."   Bername bi meşek ber bi avahiya navçeya DEM Partiyê ya bi dirûşmeyan bi dawî bû.