Bêdengiya çapemeniya Swîsreyê hat protestokirin 2026-01-26 22:15:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Lozanê, li ber avahiya Radyo û Televîzyona Swîsreyê (RTS) civiyan, bêdengiya çapemeniyê ya li dijî sûcên şer ên çeteyan ên li Rojava protesto kirin û maketeke ku zarokên li Kobanê ji sermayê jiyana xwe ji dest dane sembolîze dike hat nîşandan.   Bêdengiya çapemeniya Swîsreyê ya li hemberî hewldanên dagirkeriyê û sûcên şer ên çeteyên selefî yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên HTŞ’ê, ji aliyê Kurdên li Lozanê ve hat protestokirin. Kurdan li ber avahiya RTS’ê bi dirûşmên “Li Kobanê zarok ji sermayê dimirin, RTS bêdeng dimîne” bang li rayedarên televîzyona dewletê kirin ku hestiyar bin.   Dema ku êrişên çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojavayê dibin sedema qetilkirina bi sedan sivîlan, ku jin û zarok jî di nav de ne, bêdengiya welatên Ewropayê berdewam dike. Tevî ku çalakiyên Kurdistanî di civakê de deng vedidin jî, bêdengiya dewlet û medyayê bi awayekî balkêş didome.   Bi sedan Kurdistaniyên li Lozanê dijîn, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Lajîn û Navenda Çanda Kurdistanê, saet di 15:00 de li ber navenda RTS’ê hatin cem hev. Çalakgeran pankart û dowîzên wekî “Li Kurdistanê Dawî li Komkujiyê Bînin”, “Kobanê Hûn Parastin, Nexwe Hûn?”, “Rojava Biparêzin, Kurd Berxwedidin Çapemenî Bêdeng e”, “RTS Agahiyê Bide û Bêdeng Nemîne” hilgirtin. Her wiha maketa ku pitikên li Kobanê ji sermayê mirine temsîl dike, danîn ber deriyê RTS’ê.   Piştî çalakiyê bi rêveberên RTS’ê re hevdîtinek pêk hat. Şandeya ku ji aliyê Berpirsa Beşa Nûçeyên Navneteweyî Anouk Henry û Şefê Redaksiyona Nûçeyan Laurent Caspary ve hat qebûlkirin, bi bîr xist ku bêdengiya çapemeniyê ya li hemberî çalakiyên Kurdan kujeran cesaret dike. Şandeyê dosyaya ku li ser rewşa dawî ya li Rojava amade kiribûn, radestî Anouk Henry kir. Di encama hevdîtinê de hat diyarkirin ku RTS dê di nîşandana sûcên şer ên li Sûriyeyê bi taybetî yên li dijî qadên sivîl de hestiyartir tevdigere.   Piştî hevdîtina erênî, Kurd bi al û dirûşmên xwe heta Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê meşiyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.