Nobeta Mafê Jiyanê: Divê korîdora însanî were vekirin 2026-01-27 14:56:31   AMED - Di Nobeta Mafê Jiyanê ya ji hêla Platforma Tenduristiyê ya Amedê ve tê lidarxistin de wiha hate gotin: “Ji bo xurek, av, ceyran û derman derbas bibin, divê korîdoreke însanî were vekirin.”    Platforma Tenduristiyê ya Amedê, li dijî komkujiyên ser gelê rojavayê Kurdistanê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşxaneya Gazîr Yaşargîl a li navçeya Peyasê çalakiya Nobeta Mafê Jiyanê li dar xist.    Gelek kes tev li nobetê bûn. Di nobetê de pankarta bi nivîsa “Em ji bo mafê jiyanê nobetê digirin” û dovîzên “Li Rojavayê mirin hebe, li Amedê jiyan nabe”, “Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e, dermanê wê aştî ye”, “Li Kobanê zarok dimirin” û “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hatin hilgirtin.    Endama Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Sabîre Aygun daxuyanî xwend. Daxuyanî bi Kurdî bû. Sabîre Aygunê diyar kir ku êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin îro li tevahiya Rojava belav bûne û di êrişan de yekser cihên sivîlan hedef tên girtin û vê jî rê li ber krîzeke mezin ê însanî û tenduristiyê vekiriye. Hate gotin ku ji ber dorpêça heyî, xwarin, sotemenî û ceyran naçe Kobanê û ji ber sermayê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dane.    Bi domdarî hate destnîşankirin ku şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e û tedawiya wê jî aştî ye. Hat diyarkirin ku Kobanê bi karesateke mezin rû bi rû ye û hat xwestin ku şer bê rawestandin, korîdoreke mirovî ji bo Kobanê û Rojava were vekirin û pêwîstiyên lezgîn tavilê bê şandin.    Hat daxuyandin ku armancgirtina cihên sivîlan, nexweşxane, av, ceyran û hwd. sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bang li dewlet û saziyên navneteweyî hate kirin ku êrişan bidin sekinandin, statuya Rojava nas bikin û bikevin nava tevgerê. Her wiha bang li Tirkiyeyê hate kirin ku ne li komên selefî û tundrew li cem Kurdan cih bigire.     Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya hêzên navdewletî rê li ber van sûcan vedike û ev daxwaz hatin rêzkirin:    * Divê hemû êrişên çekdar ên ku sivîlan armanc dikin, demildest bidin rawestandin.   * Ji bo gihiştina xwarinê, avê, ceyranê û dermanan, divê lezginî korîdoreke mirovî ya ewle were vekirin.   * Divê saziyên tenduristî, karkerên tenduristî û binesaziya av û enerjiyê li gorî qanûna navneteweyî werin parastin.   * Divê polîtîkayên koçberkirina bi zor û guhertina demografîk were bidawîkirin.   * Divê komîteyên navneteweyî yên serbixwe binpêkirinan li herêmê bi cih biceribînin û sûcên şerê bi awayekî bandor were lêpirsînkirin.   * Mafê gelên Rojava Ji bo rêveberiya herêmî, demokratîk û beşdarî; bi taybetî mafê tenduristiyê û hemû mafên bingehîn ên mirovî divê were garantîkirin.”   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.