Êrîşên li ser Rojava li gelek bajarên Almanyayê hatin protestokirin 2026-01-28 00:24:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Almanyayê, êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û komên piştgiriya Tirkiyeyê dibînin ên  li ser Rojava hate protestokirin.   Li bajarên cuda ên Almanyayê, êrîşên li ser Rojava bi protestoyên girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de banga alîkariya mirovî ji bo sivîlan hat kirin.   Heîlbronn   Li bajarê Heilbronn ê Almanyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan, mitînga piştevaniya ji bo Rojava hate lidarxistin. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heilbronn (DKPM) ve li Kiliansplatzê hate lidarxistin û bi beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê re bi sedan kes li qadê kom bû.   Di tevahiya çalakiya ku di bin baranê de pêk hat de, dirûşmeyên “Biji Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Di axaftinên mitîngê de îşaret bi êrîşên li ser Kobanê hate kirin û ji bo gihandina alîkariya mirovî ya lezhîn banga vekirina korîdorê hate kirin.   Axaftvanan her wiha bang li Yekîtiya Ewopayê kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên durû berdin û xwedî li Rojava derkevin. Çalakî bi peyamên piştevanî û piştgiriya berxwedana Rojava bi dawî bû.   Kiel   Li bajarê Kiel ê Almanyayê, êrîş û komkujiyên li ser Rojava bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin. Kurdistaniyên li Kielê û dostên wan tevlî mitînga ku di 27’ê Çileya 2026’an de di saet 18:00’an de li Asmus-Bremer-Platzê hate lidarxistin bûn.   Mitîng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku yek ji sedemên sereke ya êrîş û komkujiyên li ser Kurdan, bêdengiya hêzên koalîsyona navneteweyî ye. Beşdaran ev peyam da, “Heta ku dengê mafdar a gelê Kurd were bihîstin, em ê li qadan bin.”   Freiburg   Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê jî, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevî baran û hewaya sar jî li qadê kom bûn û îradeya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan dan.   Endamê Meclîsa Şaredariya Freiburgê Passar Bamernî û Endama Lîjneya Rêveberiya Navçeya Freiburgê ya Partiya Keskan Hulya Sezgîn ku di çalakiyê de axivîn, destnîşankirin ku ew li gel gelê Kurd in.   Li ser navê KOMAW’ê jî Tuncay Gever axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku rê li ber bigrin ku sivîl hebin hedefên êrîşên sîstematîk.   Çalakvanan destnîşankirin ku heta ku şer bi dawî nebe, ew ê qadan neterikînin û diyarkirin ku têkoşîna wan wê li dijî bêdengiya civaka navneteweyî dewam bike.   Koln   Êrîşên li ser Rojava, li bajarê Koln a Almanyayê bi çalakiyên bênavber tên protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî, di saetên êcarê de li pêşiya Dom Katedralî li hev civiyan û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd Yek e” êrîşan protesto kirin.   Di çalakiyê de têkildarî gefên qirkirinê yên li ser Rojava agahdarkirinên bi Almanî û Kurdî hatin kirin. Kurdistaniyan tevî pankartên ku berxwedana Rojava silav dikin, dest bi meşê kirin. Girseya ku dirûşmeyan berzkirin, tevî baranê jî heta Rudolfplatz meşiyan. Kurdistaniyên ku demeke dirêj di bin