Li DYA’yê li dijî Şamê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin 2026-01-28 10:31:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li DYA’yê ji bo li dijî Şamê qanûna “mueyîdeyan” bikeve meriyetê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.    Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li dijî êrişan, li gelek deverên cîhanê bertek her ku diçe zêdetir dibin. Li her çar aliyên cîhanê Kurd û dostên wan dadikevin qadan û piştgiriyê didin Rojava.    Duh li Amerîkayê Senatorê Partiya Komarparêz Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir û got: “Terikandina Kurdan ji bo ewlehiya neteweyî karesat e.” Graham, banga “Qanûna Rizgarkirina Kurdan (The Save the Kurds Act)” li senatoran kir.    Li hêla din, ji bo piştevaniya raya giştî ya bi pêşniyarqanûnê re kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Şêwirmendê Konfederasyona Dîasporayê ya Kanadayê Jihan Brifki, da zanîn ku ji bo piştevaniya bi qanûnê re kampanya dane destpêkirin û got: “Ev kampanya, ji bo ku rê vekin bikevin nava tevgerê û li seranserî cîhanê piştevaniyê mezin bike hatiye destpêkirin. Sînorên cografî çi dibin bila bibin, ji bo di ferqa gefên li ser gelê Kurdan de bin û piştevanî, berpirsyartiya her kesî ye. Ev daxwazname dikare li her devera cîhanê were îmzekirin û bi vê yekê re em dengê xwe bilind dikin û nîşan didin ku dê nekarin me bêdeng bikin.”    Banga îmzeyê    Di demekî kin de bi hezaran kesan kampanya îmze kir. Hûn dikarin li ser van lînkan kampanyayê îmze bikin.