80 kamyonên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn 2026-01-28 13:21:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanekî alîkariya mirovî ku ji 80 kamyonan pêk tê, ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû.   Di çarçoveya piştgiriya berdewam a rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê ya ji bo xelkê Rojava de, karwanekî alîkariyê yê ji 80 kamyonan pêk tê, îro di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.   Rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê ji bo piştgriya gelê Rojava dest bi kampanyayên berhevkirina alîkariyan kiriye. Heta niha çend karwanên alîkariya mirovî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûne.