ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-29 09:00:00     *Hevseroka OHD'ê ya Wanê Hatîce Bagci, destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava û ambargoya li ser pêdiviyên bingehîn ên jiyanê sûcên şer in û got: "Qanûna navneteweyî di şexsê gelê Kurd de hatiye rawestandin. Divê bendên Neteweyên Yekbûyî li gorî qanûnên navneteweyî tavilê werin bicîhanîn. Divê li dijî hemû welatên ku piştgiriyê didin van êrîşan bên darizandin."  BI DÎMEN    *Fermandara YJŞ-YBŞ'ê Viyan Hebabî, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ji bo Şengal jî gefên cidî ne û got, " Bi veguhestina çeteyên DAIŞ'Ê ji bo Iraqê Şengal jî dikeve xeterê." DÎMEN HEYE   * Jinên tevli çalakiya şermezarkirina êrîşên li ser Rojava ya li Serêkaniyê bûn, bertek nîşanê bêdengiya cîhanê dan û banga ‘Em ji bo Rojava li vir in, dawî li vê zilmê bînin’ kirin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka TEV-DEM'ê Remziye Mihemed li ser agirbest û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û got, "Di salvegera rizgarkirina Kobanî de, em careke din bi şerekî re rû bi rû ne. Piştî ragihandina agirbestê, êrîşên giran li dijî Rojava hatin kirin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîsa bi ser bikevin." DÎMEN HEYE   *Parêzer Fazîlet Taştan da zanîn ku tundiya ku pergala serdest a mêr mezin afirandiye, qetilkirina jinan zêde dike û got hiqûq bi zanebûn bê bandor tê hiştin. DÎMEN HEYE   *Ji Jinên Demokrat a Nû (YDK) CansuTuncer da zanîn ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî jinan, îşkence û teşhîrkirina jinê ne tesadufe û got ev pratîk parçeyeke polîtîkaya şerê emperyalîst û tundiya serdest ya mêr e. BI DÎMEN    *Endama Însiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ Eyşe Efendî da zanîn ku divê gelê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava dakevin qadan û wiha got: “Di 2014’an de çawa ku me destûr neda Kobanê bikeve em îro jî ji we vê dipên.” DÎMEN HEYE   *Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 1'ê Sibatê de li Stenbolê bi dirûşmeya "Rojava di bin gefê de ye, Rojava azadî ye, berxwedan e, teslîm nabe" meşekê li dar bixin. Hevseroka şaxa Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar bang li gelê Stenbolê kir ku roja Yekşemê saet 15:00'an de li Kadikoyê tevlî wan bibin da ku jiyana sivîl biparêzin. DÎMEN HEYE