Hevseroka TEV-DEM'ê: Me şoreş bi serhildanê bi dest xist 2026-01-29 09:05:24   Evîn Çiftçi    RIHA - Hevseroka TEV-DEM'ê Remziye Mihemed li ser agirbest û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û got, "Di salvegera rizgarkirina Kobanî de, em careke din bi şerekî re rû bi rû ne. Piştî ragihandina agirbestê, êrîşên giran li dijî Rojava hatin kirin. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîsa bi ser bikevin."   Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di 6'ê Çileya 2026'an de, paşê li deverên mezin ên Rojavayê Kurdistanê belav bûn. Ji 6'ê Çileyê vir ve, van koman êrîşên dijwar li herêmê pêk anîn. Piştî vê yekê, roja Sêşemê 20'ê Çileya 2026'an, di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de peymanek agirbestê hat çêkirin, da ku şer ji bo çar rojan were rawestandin. Piştî bidawîbûna vê agirbesta çar rojî, dirêjkirinek 15 rojî hat ragihandin. Lêbelê, êrîşên koman di dema agirbestê de jî berdewam dikin.   Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Remziye Mihemed, li ser mijarê ji ajansa me re axivî.   'Êrîşên giran piştî agirbestê hatin kirin'   Remziye Mihemed diyar kir ku piştî ragihandina agirbestê êrîşên mezin û giran li ser Rojava hatine kirin û got, "Divê ev nakokî rawestin. Piştî nîqaşên wan ên navxweyî, êrîş li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbûn û yekser li ser Tebqa û Reqayê jî êrîş hatin kirin. Piştre ew heta kantona Cîzîr a Rojava pêşve çûn. Piştî agirbesta 4 rojan, gelek civîn bi QSD'ê re hatin lidarxistin û daxwaz hatin nîqaşkirin. Niha agirbestek 15 rojan hatiye ragihandin. QSD û gelê Kurdistanê,  aştî, wekhevî, edalet û yekîtiyê dixwazin."   'Divê her kes berpirsiyarên xwe bi cih bînin'   Remziye Mihemed diyar kir ku ew di salvegera rizgarkirina Kobanî de careke din bi şer re rû bi rû ne û got ku divê her kes di dema agirbestê de berpirsiyariyên xwe bicîh bîne. Remziye Mihemed got, "Agirbest ji bo 15 rojan hatiye ragihandin; divê em bibînin ka em di vê heyamê de çiqas dikarin xizmeta gelê xwe bikin. Ji ber vê yekê, divê her kes di vê agirbestê de berpirsiyariyên xwe bicîh bîne. Divê hikûmeta Şamê talîmatan bide ku êrîşan li her deverê ku endamên xwe bicîh kiriye rawestîne. Ji bo gelê Kobanî xetereyek mezin heye. Di salvegera rizgarkirina Kobanî de, em careke din bi şer re rû bi rû ne. Piştî 11 salan, Kobanî dîsa di bin dorpêçê de ye. Ne derman, ne elektrîk û ne jî av li bajêr heye. Ji bo pêkanîna van hewcedariyan divê dorpêç were rakirin. Divê hikûmeta Şamê qanûnên nû yên derbarê mafên mirovan de çêbike û divê şer bi dawî bibe."   'Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîsa bi ser bikevin'   Remziye Mihemed diyar kir ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîsa bi ser bikevin û diyar kir ku îradeya gel ji hemû şer û komkujiyên ku hatine kirin mezintir e. Remziye Mihemed got, "Saziyên dadweriyê yên li çaraliyê cîhanê divê li dijî kesên ku van sûcan dikin, li dijî vî şer û komkujiyên ku li dijî gelê me têne kirin, rola xwe bilîzin. Gelê Rojava berxwedanek mezin nîşan dide. Di vê berxwedanê de têkoşînek mezin dane. Çeteyan cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê yên ku kuştine nîşan dan. Ev sûcekî mezin a li dijî mirovahiyê ye. Divê sûcdar tavilê werin cezakirin. Gelê me her tim bi şervanên xwe re ye û em bi vê yekê serbilind in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Me bi berxwedan û têkoşîna xwe şoreşa Rojava bi ser xist û em ê dîsa bi ser bikevin."   'Êrîş têkoşîn û projeya ku li herêmê tê pêşxistin hedef digirin'   Remziye Mihemed got, "Pêvajoya ku em tê re derbas dibin têkoşîn û projeya ku li herêmê tê pêşxistin hedef digire. Lê qetlîam nikare yekîtiya jinan têk bibe." Remziye Mihemed wiha domand, "Ev êrîş ne tenê armanc dikin ku komkujî û tunekirina gelekî bikin; ew armanc dikin ku projeya ku hatiye pêşxistin têk bibin û ji holê rakin. Ji destpêkê ve, vê projeyê yekîtiya jinan li herêmê pêş xistiye. Ev yekîtî li ser piştgiriya jinên ji hemû etnîsîteyan bû. Bi vê piştgiriyê, yekîtî û hevgirtina jinan a mezin li herêmê ava bû. Konfederalîzma jinan hate damezrandin. Ev helwestek li dijî rejîma Baas û dagirkeriya Tirkiyeyê bû. Jinan di şoreşa Rojava de rolek pêşeng lîstin. Tiştê ku wan dixwestin bi Zehra, Zeynep û Yusra bikin ev bû ku îradeya jinan bişkînin. Lê wan nekaribûn yekîtiya jinan têk bibin. Çiqas êrîşên li dijî me zêde bibin jî, em dikarin bibêjin ku yekîtiya jinan tenê zêde bûye."   'Ev êrîş nikarin gelê Kurd tune bikin'   Di dawiyê de, Remziye Mihemed, tekez kir ku DAIŞ, HTŞ û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin nikarin gelê Kurd tune bikin û wiha got: "Êrîşên li ser Rojava ji sala 2012'an vir ve her tim ji hêla çeteyên girêdayî Dewleta Tirk ve hatine piştgirîkirin. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girespî eşkere bû. Her kes dizane ku kiryarên vî şerî çeteyên girêdayî Dewleta Tirk bûn. Me qet nexwest ku em derbasî Tirkiyeyê bibin da ku şer bikin. Lê Tirkiyeyê di êrîş û komkujiyan de her tim piştgirî da. Tevî vê piştgiriyê jî, ev gel dê tu carî neyê tunekirin. Ew di êrîşên ku bi salan e pêk tînin de nekarîne gelê Kurd tune bikin. DAIŞ, HTŞ û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin nikarin gelê Kurd tune bikin. Ji ber vê yekê, berpirsiyariyek mezin li ser me ye. Divê em li kêleka hemî şoreş û tevgerên berxwedanê, şehîdan, bisekinin."