Li Efrînê mirina bi guman 2026-01-29 22:20:25   NAVENDANÛÇEYAN - Li Efrînê jineke ku nasnameya wê nehat diyarkirin biguman jiyana xwe ji dest daye, hate dîtin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku li çatrêya gundê Keferdela Jêrîn ê bajarê Cindirêsê yê girêdayî Efrînê, bi awayekî nediyar û nayê zanîn cenazeyê jinekê hat dîtin.    Rêxistinê destnîşan kir ku ciwanê Kurd ê bi navê Masûd Mihemed Reşîd ê ji gundê Cela yê bajarê Raco yê Efrînê, beriya 10 rojan dema ji Reqayê ji ber êrişan koçber dibû, bi destê çeteyên hikumeta demkî hat qetilkirin. Hate diyarkirin ku çete bi cezaneyê lîstine û yekitiya beden xera kirine.