Ciwanên enternasyonal ji balafirê hatin derxistin 2026-01-29 23:38:36   MÊRDÎN – Ciwnên enternasyona ku bi armanca piştevaniya Rojava hatin Mêrdînê, hatibûn binçavkirin û biryara dersînorkirinÊ hat dayîn. Derket holê ku ciwanên li Stenbolê li balafirê siwar bûne bi zorê hatine derxistin.   16 ciwanên enternasyonal ku bi armanca piştevaniya Rojava ji Almanyayê hatin Mêrdînê di 28’ê Çile de hatin binçavkirin. Der barê ciwanan de biryara dersînorkirinê hat dayîn û biriya bejayî ji Mêrdînê sewqî Stenbolê hatinkirin.   Hat hînbûnku bi hinceteke ku nayê zanîn ciwan li Stenbolê ji balafirê bi zorê hatine derxistin. Hat hînbûn ku ciwan birine qerekola Balafirgehê.