ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2026'AN 2026-01-30 09:00:00     *Fîlozofa Fransî Catherîne Malabou ji bo êrîşên li ser Rojava wiha got: “Hedefa van êrîşan rêxistinbûna xweser û modela demokrasiya herêmî ye. Armanc ev e ku vê rêxistinbûnê bi koalîsyoneke radîkal îslamî re biguherin û li gorî min ev karaseteke mezin e.  Ev êrîşek rastîn a siyasî ye. Parastina Rojava berpirsyariya global e.” DÎMEN HEYE    *"Di sedsala 19’an de fikrên sosyalîst pêş ketin di sedsala 20’an de bi bandora Şoreşa Sovyetan bandor li Rojhilta Navîn bû. Di vê pêvajoyê de bi pêşengiya kedkar û karkeran partiyên sosyalîst û çep hatin avakirin. Li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye, Cezayîr, Urdun, Lubnan, Fîlîstîn û Kurdistanê rêxistinên nû derketin holê. Armanca van partiyan ev ku li dijî emperyalîzmê di nava piştevaniyê de têbikoşin. Ji ber vê reforma çandiniyê wek alava têkoşînê hatiye dîtin lê di mijara azadiya jinê de eleqeya teorîk û pratîk a hewce nehatiye nîşandan." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û krîza mirovahî ya her diçe giran dibe nirxand û da zanîn ku li herêmÊ li dijî jinan sûcên şer ên sîstematîk tê meşandin. Oya Ersoy helwesta darazê ya ku parêzvanên aştiyê hedef digire rexne kir û got: “Dest ji êrîşa li dijî têkoşîna rûmetê berdin; divê aliyê we aştî be.” DÎMEN HEYE    *Berdevka YJAD’ê Songul Morsumgul da zanîn ku îdeolojiya alternatîf a li Rojava derketiye holê netew dewlet ên kapîtalîst nerehet kiriye û got ji ber vê jî Rojava hedef tê girtin.DÎMEN HEYE   *Rojnamevan Sidra Mamo li ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku agirbest pêk nayê û wiha got, "Li Hesekê, ku di bin kontrola YPJ û QSD'ê de ye, aramî heye, lê êrîş li Til Temirê berdewam dikin." DÎMEN HEYE   * Êrîşên li ser Rojava ne tenê herêmeke erdnîgarî hedef digirin, di heman demê de hêviya jiyaneke hevbeş a Ereb, Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn hedef digirin. Endama Komeleya Gelên Ereb ên Mêrdînê Fîgen Altindag, teqez dike ku ev êrîş ne şerê di navbera gelan de ne, lê ferzkirina faşîzmê ye û got ku divê aştî, yekîtiya dîrokî û îradeya jiyana wekhev îro ji her demê bêtir were parastin. DÎMEN HEYE   *Jinan di meşa ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de diyar kirin ku ew ê têkoşîna ji bo Rojava bidomînin û wiha gotin, "Em bi rihê Ziyad, Denîz û Arînan li vir in. Em hemû Rojava ne û ger pêwîst be, em ê ji bo Rojava canê xwe bidin." DÎMEN HEYE