Jinên hatin Pirsûsê: Tirkiye aktorê êrişan e 2026-01-30 12:16:30   RIHA - Jinên ku li ser sînorê Kobanî axivîn diyar kirin ku Tirkiye berpirsiyarê sereke yê êrîşan e û banga piştgiriyê ji bo Rojava kirin.   Jinên bi pêşengiya "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" di çarçoveya hevgirtina xwe ya bi Rojava re hatin, gihîştin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Jinên ku ji bajarên cuda hatin, li dijî êrîşên zêde yên li ser Rojava hebûna xwe li kolanan ragihandin. Jinan bal kişandin ser Pêvajoya Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin.   Jin li ser sînorê Kobanî axivîn û diyar kirin ku Tirkiye berpirsiyarê sereke yê êrîşan e. Wan tekez kirin ku Şoreşa Rojava mînaka herî berbiçav a rizgariya jinan e û banga piştgiriyê ji bo Rojava kirin.