Li Îranê teqîn çêbû 2026-01-31 19:47:53   NAVENDA- NÛÇEYAN - Li bajarê Bender Ebas ê li başûrê Îranê, teqîneke ku hîna sedema wê nayê zanîn çêbû, li bajarê Ahvazê jî li avahiyeke teqîn çêbû.   Li gorî agahiyên destpêkê di teqîna li Bender Ebasê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku rayedarên herêmî dane Reutersê, hîna sedema teqînê ne diyar e.   Midûrê giştî yê rêveberiya krîzê yê eyaleta Hormozganê Mehrdad Hassanzadeh, ragihan ku ew ji bo tespîtkirina sedema teqînê lêpirsînê dane destpêkirin. Di encama teqînê de du qatên avahiya heşt qatî zirar dît û wesayîtên li derdor û kargeh jî bandor bûn.   Di heman rojê de, li bajarê Ahvaz ê Îranê teqînek li avahiyeke çêbû. Di bûyera ku rayedar dibêjin, “teqîna gazê” de 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ku Tehran Timeş ragihand, karbidestê agirkujiyê diyarkiriye ku di teqînê de gelek kes birîndar bûne.   Di her du bûyeran de jî, di demeke ku Serokê DYA’yê Donald Trump gef li Îranê dixwe û tevgera leşkerî ya kendavê zêde bûye. Rayedaran ragihandin ku ji bo diyarkirina sedema teqez a teqînan, lêpirsîn dewam dikin.