Xelkê Qeladizê bi meşek girseyî piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê 2026-02-01 15:51:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên li dijî êrişên çetan û piştgiriya bi Rojava re berz kirin.   Li bajarokê Qeladiz ya ser bi îdareya Raperînê meşeke girseyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de xwenekar, mamosta, karmend û xelkê bajêr amade bûn.   Di meşê de bênavber dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye bi rojane li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê xelk  ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li qadane.