Kursa xweparastinê ya Şaredariya Peyasê eleqeyeke mezin dibîne 2026-02-05 11:16:11   AMED -Kargehên xweparastinê yên ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê yên Şaredariya Peyasê ve ji bo jinan hatine organîzekirin, eleqeyeke mezin ji aliyê jinan ve dibîne.   Ji ber ku tundiya li dijî jinan di van rojan de mijareke pir germ e, kargehên xweparastinê yên Şaredariya Peyasê ji bo ku jin bikaribin li dijî tundiyê xwe biparêzin, bi taybetî bala jinan dikişîne. Qeydên ji bo van kargehan ku li navendên jinan ên şaredariyê tên lidarxistin, bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê berdewam dikin.   Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve li ser vê mijarê hatiye weşandin de, wiha tê destnîşankirin:“Di kargehên xweparastinê de, li ser cihê xweparastina fizîkî û derûnî di jiyana me de nîqaş tên kirin û tê diyarkirin ku xweparastin ne tenê parastineke fizîkî ye. Xweparastin her wiha hişmendiya parastina nasname, ked, laş û vîna mirov jî derdixe pêş. Bi vî awayî, xweparastina jinan ji ewlehiya takekesî wêdetir, dibe yek ji kevirên bingehîn ên civakeke azad û demokratîk. Em ê xebatên xwe bi hewldanên piralî û bi biryardarî berdewam bikin.”