Du jinên ji doza HDK'ê dihatin darizandin beraet kirin 2026-02-05 15:20:49   STENBOL -Seroka Bajarê Stenbolê ya EMEP'ê Semra Barbaros û senarîst-nivîskar Ayşe Bengî Çelik  ku di operasyona li dijî HDK'ê de hatibûn binçavkirin û darizandin, hatin beraetkirin.   Danişîna Seroka Bajarê Stenbolê ya Partiya Kedê (EMP) Sema Barbaros û Ayşe Bengî Çelik ku di operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê"  hatibûn binçavkirin û girtin piştî 3 mehan hatibûn tahliyekirin, li 22'emîn  Dadgeha Cezayê Giran a a Stenbolê hat dîtin.   Di dema danişînê de, dozgeriyê nerîna xwe ya danişîna berê dubare kir û daxwaza ceza kir. Dozger daxwaz kir ku Sema Barbaros ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" were cezakirin.   Parêzera Sema Barbaros Nazlican Çelkî ku parastin kir diyar kir ku tevlibûna kongreya HDK'ê ne sûce e û parêzer Elîf Ergîn jî diyar kir ku muwekîla wê ji ber xebatên xwe yên qanûnî tê darizandin.   Senarîst Ayşe Bengi Çelik ku ew jî bi heman tohmetan dihat darizandin, di parastina xwe de diyar kir ku çalakiyên di nav HDK  de aştiyane, demokratîk bûn û got, "Xebatên ku min kirine ên pişeyî ne û ji ber ku min pîşeya xwe kiriye jî tişta min kir ne sûc e."   Parêzera Ayşe Bengî, Nazlıcan Çelik, tekez kir ku di dozê de tu delîlên berbiçav bi awayekî qanûnî nehatine bidestxistin û parêzer Engin Deniz Ergin diyar kir ku doz li ser şîrove û texmînan hatiye vekirin û ti delîlên ku tohmeta endametiyê piştrast dikin nehatine bidestxistin.   Piştî navberek kurt, dadgehê derbarê herdû jinan de biryara beraetê da.