Ji bo rojnamegerên di binçavan de daxuyanî: Bila demildest bên berdan 2026-02-05 18:13:16   STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê têkildarî binçavkirina nûçegihanên ETHA’yê daxuyanî da. Endama MKG’ê Salîha Aras diyar kir ku divê hevalên wan demildest bên berdan û got: “Rojnamegerî ne sûc e”   Di 3’yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAV’ê operasyona siyasî pêk hat. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 95 kesan binçav kirin. 5 xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Zuleyha Muldur, Muslum Koyuncu, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt jî di nava kesên binçavkirî de ne.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Komeleya Rojnamegeran a Hemdem û Haber-Sen ji bo nûçegihanê ETHA’yê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî dan. Daxuyani ji aliyê endama MKG’ê Salîha Aras xwend.   ‘Rojnameger li şûna nûçe çêkin îro dibin nûçe’   Salîha Aras diyar kir ku binçavkirina rojnamegeran a karên rojnamegerî binpêkirina mafê çapemeniyê ye û got: “Komkirina nûçeyê û belavkirina nûçeyê divê nebe faaliyetên lêpirsîne. Di kanûna bingehîn a Tirkiyeyê de xalên 26 û 28an azadiya çapemeniyê hatiye parastin. Astengiyên ku li ser çapemeniyê tenê azadiya çapemeniyê mafê ku civakê xwe gihandina nûçeyên rast jî binpê dike. Hempîşeyên me yên ETHAyê îro dê derxin dadgehê. Rojnameger li şûna nûçe çêkin îro dibin nûçe. Em li vir diyar dikin ku piştgirî didin hevalên xwe yên rojnameger.“   ‘Rojnamegerî ne sûc e’   Salîha Aras destnîşan kir ku rayedarên berpirsiyar divê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û ev tişt anî ziman: “Divê hevalên me demildest bên berdan. Divê mudaxeleyên li dijî çapemeniyê bên rawestandin. Bang gelê xwe dikin ku piştgirî bidin hevalên me yên rojnameger. Rojnamegerî ne sûc e. Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin.   ‘Ev operasyon bêhiqûqî ye’   Paşê Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan axivî û diyar kir ku ev operasyon bêhiqûqî ye û got: “Çapemenî ji bo rastiyê bigihijîne civakê ked dide. ETHA jî yek wan saziyan e. Îro hevalên wan ên rojnameger ji bo piştgiriyê li vir in. Di korîdorên edliyê de dirûşmeyên hevalên me olan dide. Îro dibe ku nûçegihanê ETHAyê bên girtin lê dê hevalên wan dê ciha wan tije bike. Çapemeniya azad bêdeng namîne.”   ‘Em ê bibin dengê gelê Kurd û bindestan’   Di dawiyê de nûçegihana ETHA’yê Yeşîm Tukel axivî û anî ziman ku berî du rojan deriyê ajansa wan hatiye şikandin û ev tişt got: “Gelek caran em hatin binçavkirin lê tu carî em bêdeng neman. Em ê dê berdewam bikin. Em ê bibin dengê gelê Kurd û bindestan. Dibe ku em werin girtin jî lê em dengê hêviyê ne.”