Di sêyemîn salvegera erdhejê de li Kadikoyê protesto 2026-02-06 19:35:54   STENBOL- Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê têkildarî salvegera 3’yemîn a erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijî hê jî berdewam dike û got: “Li Hatayê pirsgirêkên ceyran, gazaxwezayî û binsaziyê hê jî berdewam dikin.”   Di 6’ê Sibata 2023’yan de li navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê bi pîleya 7.7 û 7.6’an 2 erdhejên mezin pêk hatin. Bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Di ser erdhejan de 3 sal derbas bû. Lê hê jî ew êş di nava gel de zindiye.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê ji bo qûrbaniyên erdhejê daxuyanî da. Girse pankarta “Me erdheja 6’ê Sibatê bîr nekir” hiligirt. Daxuyanî ji aliyê endamê Koordînasyona ya TMMOBê ya Stenbolê Aydan Adanir ve hat xwendin.   ‘Di dema erdhejê de gelek kêmasî derket holê’   Aydan Adanir diyar kir ku îro ji bo bîranîna kesên erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li vir in û wiha axivî: “Bandora windahiyan hê jî berdewam dike. Di dema erdhejê de gelek kêmasî derket holê, ew kêmasî her ku çû mezin bû. Erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan bandor li 11 bajaran kir û bi fermî 53 hezar 537 kes welatî jiyana xwe ji dest dan. 107 hezar 204 welatî birîndar bûn. Li gorî daneyên Wezareta Hawîrdorê 39 hezar 441 avahî hilweşiyan.”   ‘Hê jî hezaran welatî di konteyneran de dijî’   Aydan Adanir anî ziman ku di bajaran de amadekariya erdhejê tuneye û got: “Divê plana rewşa lez bê amadekirin. Di ser erdhejê de 3 sal derbas bû lê hê jî amadekariya erdhejê baş nehatiye çêkirin. Pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijîn hê jî berdewam dike. Di rojên yekemîn a erdhejê desthilatdar xwest hilweşandina mezin veşêre. Ev polîtîkayên desthilatê li Hatayê hê jî berdewam dikin. Li Hatayê pirsgirêkên ceyran, gazaxwezayî û binsaziyê hê jî berdewam dike. Rêyên Hatayê di bin herriyê de ne, kêmasiyên avahiyên TOKÎ’yê heye. Li herêma erdhejê hê jî di pêdiviyên vexwarin û xwarinê de kêmasî tên jiyîn. Hê jî hezaran welatî di konteyneran de dijî. Avahiyên ku divê di nava salekî de teslimî xwediyên xaniyên bê kirin hê jî nehatiye teslîmkirin. Divê plansaziyekê zanistî pêk bê.”   Daxuyani bi dirûşmeya “Erdhejê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.