Li Kampa ku kurdên êzidî lê diman şewat derket 2026-02-07 10:29:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa Bacid Kendala ya li ser sînorê îdara serbixwe ya Zaxoyê, şewat derket. Di encama vê bûyerê de du konên penaberên êzidiyên Kurd  bi temamî şewitîn û du jin bi giranî birîndar bûn.   Li gorî agahiyan, agir ji ber temasa ceryanê çêbûye û di encamê de du kon bi temamî şewitîne û du jinên ku di nava konan de bûn şewitîne û birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneyê; hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya yek ji wan jinan  giran e.   Ev bûyera şewatê careke din balê dikişîne ser rewşa dijwar a civaka Êzidî ya ku ev 11 sal in li kampên Başûrê Kurdistanê di bin şert û mercên herî giran de dijîn. Di nava sala derbasbûyî de, gelek caran bûyerên bi vî rengî yên şewatê li kampan rû dane, ku ev yek nîşana kêmbûna ewlehî û xizmetguzariyên jiyanî ye.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kampên Başûrê Kurdistanê zêdeyî 10 hezar koçberên Şengalî dijîn. Tevî ku sal derbas dibin jî, heta niha rê nayê dayîn ku ev koçber vegerin ser cih û warên xwe yên li Şengalê û bi vî rengî di nava jiyaneke nediyar û di bin metirsiya rûdanên wekî şewat û sermayê de tên hiştin.