Midyadî ji bo Rojava meşiyan 2026-02-08 16:28:34   MÊRDÎN - Kurd, Ereb û Suryanên li Midyadê kom bûn, êrişên ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê protesto kir.    Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê meş hat lidarxistin. Gelek Kurd, Ereb û Suryanên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn, ber bi navenda navçeyê ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî biratiya gelan”, “Yek e yek e yek e! Gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kir. Di meşê de flamayên Yekitiya Jinên Suryan, Konseya Neteweyî ya Bethnahrin û ala netewî ya Suryanan jî hatin hilgirtin.    Meş heta navenda navçeyê domiya û û li wir daxuyanî hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmazê di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên ser herêmê kir û got: “Bi destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev komplo vala hate derxistin. Em jî dê di her qadê de heta dawiyê piştgiriyê bidin Rojava û li qadan bin.”     Wekîlê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî diyar kir ku gel û baweriyên Rojhilata Navîn ev sed sal in êşê dikişînin û got: “Ji bo di sedsala duyemîn a komarê de aştî, xwişk-biratî û demokrasî pêş bikeve, em ê xebatên xwe bidomînin. Bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bangên ji bo aştî û demokrasiya Tirkiye û cîhanê zêdetir bûn. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî gelan ne li ser bingeha xwişk-biratiyê ye. Îro çavên xwe li mirina zarokên Kobanê digirin. Em li vir banga herî aşkera û însanî li îktîdarê dikin; ji bo alîkariyên mirovî tavilê deriyên sînor vekin. Gel dixwaze gotinên xwişk-biratiyê di pratîkê de bibîne. Heke em xwişk-bira bin, heke em wekhev bin û li vî welatî demokrasî hebe, wê demê di serî de Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê, hemû deriyên sînor ên bi Rojvaa re vekin. Heman îktîdarê di 8’ê Kanûnê de li Nîzîp a Kîlîsê deriyê sînor li HTŞ’ê vekiribû. Lê dema mijara behsa xeberê dibe kurd û gelên din, xwe li kerî û laliyê didane. Di demeke Kobanê dorpêçkirî de bila kesek behsa xwişk-biratiyê neke. Hûn derewan dikin.”    Wekîlê DEM Partiyê George Aslan jî bi Suryanî axivî û got ku li Rojava gelên cuda bi hev re dijîn û ji bo jiyaneke hevpar û wekhev bi hev re têdikoşin. Aslan, bi bîr xist ku Suryan di nav HSD’ê de cih digirin, bi gelê Kurd re dijîn û ew ê vê pêkvejiyanê bidomînin. Aslan, anî ziman ku ew ê pêkvejiyana il Rojava biparêzin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan biparêzin. Divê Tirkiye guh bide Banga Aştî û Civaka Demokratîk û gavan biavêje. Em ê nehêlin gel bên qetilkirin. Heke hikûmeta Şamê bi rastî jî bixwaze Sûriyeyê birêve bibe, divê Kurd û Suryanan paşguh neke û berpirsyartiya xwe bicih bîne. Nexwe dê gelê Kurd û Suryan heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Piştî daxuyaniyê, girse dîsa ji navenda navçeyê heta ber avahiya DEM Partiyê meşiya.