Lêgerîna çareseriya demokratîk (1) 2026-02-09 09:07:05    Ji qeyranê ber bi Netewa Demokratîk ve    Leyla Ayaz    NAVENDA NÛÇEYAN –  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser netew-dewletê û dibêje: “Netew-dewlet çareserî nîne, çavkaniya pirsgirêkan e; tekane rêya çareseriyê neteweya demokratîk e.”   Pêşketinên heyî, pirsgirêkên neçareserkirî, pevçûn û şerên li Rojhilata Navîn, pêwîst dike ku avasaziya netew-dewlet ji nû ve were nirxandin ku nahêle gel bi hev re wekhev bijîn. Netewe-dewlet û neteweya demokratîk di demên dawî de têgehên herî zêde tên nîqaş kirin e. Li gorî xala îro, krîzên sîstema kapîtalîst karaktereke binyatî bi dest xistine û netew-dewlet li şûna ku çareseriyan hilberîne, bûye astengeke ku sîstemê kilît dike. Çareseriya demokratîk, wek lêgerîna demokratîkbûna civakê ya li derveyî netew-dewletê, hem li dijî hegemonya kapîtalîst rêyeke alternatîf pêşkêş dike.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cilda 5’emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan di Nav Qirkirina Çandî de" nêrînên xwe yên li ser pirsgirêkên netewe dewletên li Rojhilata Navîn û çareserî dê çi be, tîne ziman.    Di dosyaya xwe de me li ser pîvanên netewe-dewlet û netewebûna demokratîk nêrînên Abdullah Ocalan carek din bi we re parvedikin.    ‘Xwediyê vê fikir û nêzîkatiyê Ingilistan e’   Abdullah Ocalan diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka neteweyî de divê weke veguherîneke bi kok û bingeh bê nirxandin û wiha dom kir: “Dewleta netewe bi xwe weke aktorê sereke yê çareseriyê hatiye pêşkêşkirin. Dema ku pirsgirêka neteweyî tê gotin a yekser tê bîra mirov fikra ‘bila dewlekteke me jî ya neteweyî hebe’ ye. Hema bêje ji bo her etnîsîte û neteweyî li dewletekê tê fikirîn. Xwediyê vê fikir û nêzîkatiyê Ingilistan e. Ji ber ku li nava dinyayê dixwaze bibe hegemon, li pêşiya xwe dewletên mezin ên mîna împaratoriyan û dewletên piçûk ên mîna dewletên bajaran weke asteng dîtiye li pêşiya polîtîka xwe ya ‘parçe bike-bi rêve bibe’. Dewleta netewe rêxistinkirineke desthilatdariyê ya hegemonya xwe disipêre sîstema kapîtalîst e; ji bo kara herî zêde û pêkanîna îndustriyalîzmê rêxistiniya dewletê ya herî di cih de ye.    Divê dev ji dewleta netewe bê berdan   Ji bo mirov bi awayekî rast li dewletên netewe serwext bibe divê mirov cihê wan ên di nava sîstema hegemonîk de û têkiliyên wan bi kapîtalîzm û pîşesaziyê re rast ji hev derxe. Eger mirov bibêje, ji her etnîsîte yan jî ji her mezheb û qewmî re dewletek divê, hingê mirov ji globalbûna kapîtalîzmê re ango ji mezinbûna mêtinkarî û îndustriyalîzmê re (ji xirakirina ekolojiyê re) xizmetê dike. Lewma me bi israr anî ziman ku bi vê xizmet û alîkariyê sosyalîzma pêkhatî ji hev de ket. Di pirsgirêka neteweyî de dema em veguherîn dibêjin xeta wê ev e, divê dev ji dewleta netewe bê berdan û weke alternatîf çareseriya demokratîk esas bê girtin. Mebest ji çareseriya demokratîk jî li derveyî dewletê lêgerînên ji bo demokratîkbûyîna civakê ne. Di pirsgirêkên civakî de divê mirov dewleta netewe weke têgîn tevî kapîtalîzmê ne weke çareserî, lê weke jêder û çavkaniya ku pirsgirêkan bêhtir dike, binirxîne.”   ‘Şîddeta desthilatdariyê dor li tevahiya civakê digire’   Rêberê Gelê Kurd girêdana pirsgirêkên civakî û neteweyî bi dewleta netewe ve aliyê herî zordar ê modernîteyê pêk tîne û dibêje: “Ji amûreke ku bi xwe rê li ber pirsgirêkan vedike bendewariya çareseriyê, dike ku pirsgirêk mîna çiyan mezin bibin û dibe sedem kaosa civakî pêk bê. Kapîtalîzm bi xwe qonaxa herî bi krîz a sîstema şaristaniyê ye. Dewleta netewe ya di vê qonaxê de xistine rojevê tevahiya dîroka civakê rêxistina şîddetê ya herî bipêşxistî ye. Bi wê, şîddeta desthilatdariyê dor li tevahiya civakê digire û dibe amûrek ku hawîrdor û civaka bi kara herî zêde ya kapîtalîzmê û îndustriyalîzmê ji hev de dikeve, bi darê zorê bi hev ve digire. Gelekî zêde bi şîddetê bar kiriye, ev ji ber meyla sîstema kapîtalîzmê ya ji bo kara herî zêde û daneheva bê navber e. Rêxistiniyeke şîddetê ya tîpa dewleta netewe nebe qanûnên daneheva kapîtalîst naxebitin, îndustriyalîzm nikare were dewamkirin.    Sîstem bi temamî kilît kiriye   Di serdema kapîtalîzma fînansê ya global de ku qonaxa dawî ye em gihiştinê, civak û hawîrdor tam bi têkçûnekê re rûbirû ne. Pêxîrtengiyên di destpêkê de dewrewî bûn, karektereke domdar û avabûnê girtine. Di vê rewşê de dewleta netewe bi xwe jî bûye astengek ku sîstem bi temamî kilît kiriye. Tevî ku kapîtalîzm bi xwe avahiyeke bi krîz e, di rêza pêşî ya rojeva xwe de rizgarbûna ji dewleta netewe daniye. Serweriya dewleta netewe bi tenê çavkaniya pirsgirêkên civakî nîne, li pêşiya çareseriyê jî astengiya sereke ye. Sîstemeke ji bo çîna kapîtalîst a serwer bi vî rengî be, mirov wê çawa ji bo civak, gelan û kedkaran weke amûrekî çareseriyê lê bifikire ev bi xwezaya civakê re li hev nake, ev tê wê maneyê ku mirov xwezayê înkar dike. Pirsgirêkên neteweyî parçeyê herî girîng ê pirsgirêkên civakî ne, lewma ji bo çareseriya wan hem li gorî xwezaya civak, gel û kedkaran be, hem jî bi sedema dewleta netewe li pêşiya sîstema hegemonîk dibe asteng, divê modela demokratîk esas bê qebûlkirin.”   Rêbaza çareseriyê ya sereke   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku modela çareseriya demokratîk bi tenê alternatîfeke çareseriyê nîne, rêbaza çareseriyê ya sereke ye û wiha dinirxîne: “Eger tevgerên rizgariya neteweyî û sosyalîst dixwazin bi ser bikevin, divê ji bilî demokrasiyê li amûreke din a çareseriyê negerin. Her cure meylên dîktatoriyê yên çepgir, rastgir û navend bi tenê çaresernekirinê kûr dikin; kapîtalîzmê bêhtir talanker, şêlanker û ferazî dibe. Divê mirov li modela çareseriya demokratîk weke şêweyê federe an jî konfedere yê dewleta netewe ya unîter nefikire. Şêweyê federe û konfedere yê dewleta netewe çareseriya demokratîk nîne. Ev jî çareseriyên şêweyên cuda yên dewletê ne, dîsa ji girankirina pirsgirêkan bêhtir bi roleke din ranabin. Belkî di nava mentiqê sîstema kapîtalîst de dewleta netewe ya hişk a navendî veguhere şêweyên federe û konfedere û bi vî awayî pirsgirêk nerm bibin û hinekî çareser bibin, lê bi awayekî bingehîn pirsgirêkan çareser nake. Di navbera hêzên çareseriya demokratîk û dewleta netewe de şêweyên federe û konfedere weke amûrên çareseriyê bêne ceribandin. Lê dema ev amûr hatin bikaranîn mirov li benda çareseriyên bingehîn be, mirov ê careke din xwe bixapîne. Xwexapandina yekê dewleta rizgariya neteweyî bû yan jî dewleta sosyalîzma pêkhatî bû ku em jê re dewleta netewe dibêjin, lê em dizanin ku ew bi maskeya çepgiriyê ye. Pir baş derketiye holê ku ev sîstemên li gorî dîktatorî û faşîzmê ne.”   Modela çareseriya demokratîk   Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de wiha bal dikişîne ser veguherîna siyasî: “Divê ez bi girîngî bibêjim, modela çareseriya demokratîk bi temamî ji dewleta netewe serbixwe nîne. Dewleta netewe û demokrasî weke du otorîteyan dikarin di bin heman banê siyasî de bi rola xwe rabin. Destûra demokratîk qada bibandorbûnê ya herduyan diyar dike. Tevî ku Yekîtiya Ewrûpayê di vî warî de hinek gav avêtin jî, lê li cem wan aliyê serdest serweriya dewleta netewe ye. Lê li gelemperiya dinyayê em dibînin ku rewş her diçe ji dewleta netewe dûr dikeve. Li dinyayê veguherîna siyasî ya herî bingehîn ji aliyê teorîk û pratîk ve dûrketina ji dewleta netewe ye. Çareseriya demokratîk xwe çiqasî xweser û sîstematîze bike ewqasî dikare alîkariya veguherîna siyasî bike. Bi pêşdebirina demokratîkbûn, rêveberiyên xweseriya demokratîk, avakirina neteweya demokratîk, demokrasiya herêmî û çanda demokrasiyê li tevahiya qadên civakî ji nêz ve têkiliya xwe bi veguherîna erênî ya dewleta netewe ve heye.”   Li riyên lihevkirinê digerin   Abdullah Ocalan, da zanîn ku ji çareseriyê hêzên civakî bi xwe berpirsiyar in û wiha mijar şîrove dike: “Ji nêzîkatiyên ji rêûresmê cuda ye. Çareseriyê di pargirtina ji dewletê de nabîne. Heta ji bo Kurdan di çarçoveya xweseriyê de li pey dewletê nîne. Dewleta federe yan konfedere armanca wê nîne û weke çareseriya xwe nabîne. Tişta ji dewletê dixwaze ew e, dewlet bihêle Kurd bi îradeya xwe ya azad xwe bi rê ve bibin, ji bo bibin civaka demokratîk li pêşiya wan nebe asteng. Eger dewletên netewe yên serdest ne di gotinê de lê bi prensîbî bi demokrasiyê ve girêdayî bin, destekê nedin civaka demokratîk jî divê wê asteng û qexede nekin. Dewlet an jî hukûmet çareseriya demokratîk pêk nayînin. Ji çareseriyê hêzên civakî bi xwe berpirsiyar in. Hêzên civakî bi dewlet an hukûmetan re di çarçoveya destûra demokratîk de li riyên lihevkirinê digerin. Di navbera hêzên civakî yên demokratîk û hêzên dewlet an hukûmetan de parvekirina rêveberiyê bi destûran diyar dibe. Ne realîst e ku rêveberiya mutleq a dewletê bê xwestin û dîsa ne realîst e ku demokrasiya mutleq bê xwestin, ev li gorî giyan û ruhê çareseriyê nîne.”   Mafê avakirina neteweya demokratîk   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku çareseriya demokratîk bi xwe netewebûyîna demokratîk e û civak xwe weke civaka neteweyî ya demokratîk ava dike û dibêje: “Ne bi destê dewletê dibe netewe û ne jî bi destê wê ji netewebûnê derdikeve; civak bi xwe mafê xwe yê avakirina neteweya demokratîk bi kar tîne. Di vê rewşê de divê mirov netewe ji nû ve bide naskirin. Beriya her tiştî divê ez bibêjim, danasîneke bi tenê ya netewe tineye. Dema bi destê dewleta netewe bê avakirin, danasîna giştî ya netewe dewleta netewe ye. Dema hêmana tîne cem hev ekonomî be, hingî mumkîn e ku mirov ji vê re bibêje neteweya bazarê. Neteweya huqûq li ser serwer be ew neteweya huqûq e. Danasîna neteweya polîtîk û çandî jî pêkan e. Civaka dîn tîne cem hev jixwe jê re millet tê gotin. Ji koma milletên ji heman dînî re jî ummet tê gotin. Neteweya demokratîk jî ew e, kom û ferdên azad bi îradeya xwe civaka hevpar pêk tînin. Li cem neteweya demokratîk hêza mirovan tîne cem hev îradeya azad a ferd û koman e ku pê biryarê didin wê di heman neteweyî de bi yek bin. Têgihiştina neteweya hevpar bi ziman, çand û dîrokê ve girê dide, neteweya dewletê pênase dike û nabe bê giştîkirin ango bi têgihiştina tek neteweyekî nabe bê mutleqkirin. Ev têgihiştina netewe ya ku sosyalîzma pêkhatî jî ew qebûl kiribû, dijberê têgihiştina neteweya demokratîk e. Nexasim ev pênase li Rûsya Sovyetê ji aliyê Stalîn ve hat xurtkirin û yek ji sedemên bingehîn ê jihevdeketina Yekîtiya Sovyetê ye. Ev pênase û danasîna netewe ya ku modernîteya kapîtalîst ew mutleq kiriye heta li dawiyê nemîne, pirsgirêkên neteweyî wê tam bixetimin. Ev demek e ku ji sêsed salî zêdetir e, pirsgirêkên neteweyî hê jî bi giraniya xwe hemûyî dewam dikin û ev ji nêz ve bi vê pênaseya kêm û mutleq re têkildar e.”   Şebekeyeke zordestî û mêtinkariyê   Abdullah Ocalan, “Civakên neteweyî yên bi vî rengî ku di nava sînorên dewleta netewe de mehkûm bûne û desthilatdarî ketiye nava wan heta bi şaneya wan a herî piçûk bi îdeolojiyên milletperest, cinsperest û pozîtîvîst mîna gêjan bûne” tîne ziman û wiha şîrove dike: “Ji bo civakan modela dewleta netewe tam şebekeyeke zordestî û mêtinkariyê ye. Têgîna neteweya demokratîk vê pênase û danasînê berevajî dike. Pênaseya neteweya demokratîk bi şîroveya tek ziman, çand, dîn, dîrok û sînorên şidandî yên siyasî ve ne girêdayî ye, jiyana hevpar a kom û welatiyên li cem hev û piştgiriya hev bi awayekî azad, plural û wekhev dikin, îfade dike. Civaka demokratîk bi tenê bi modeleke netewe ya bi vî rengî pêk tê. Civaka dewleta netewe ji ber xwezaya wê deriyên wê li demokrasiyê girtî ne. Dewleta netewe ne rastiyeke gerdûnî ne jî rastiyeke xwecihî îfade dike; berevajî tê maneya înkarkirina gerdûnîbûn û xwecihbûnê. Civaka tek tîpkirî ya welatiyan mirina mirov e. Li beramberî vê, neteweya demokratîk ji nû ve avabûna xwecihî û gerdûnî mumkîn dike. Dihêle ku rastiya civakî xwe îfade bike. Danasînên netewe yên din hemû di navbera van herdu modelên sereke de li cihekî radiwestin.   ‘Milletperestî mohra xwe li zêhniyeta hevpar dide’   Abdullah Ocalan dibêje “Herçiqasî pênaseyên modelên avakirina neteweyan li guherên berfireh hebin jî mirov dikare danasîneke giştî ya hemûyan bîne cem hev bike; ew jî danasîna netewe ya têkildarî zêhniyet, bîr û baweriyê ye.” û wiha dinirxîne: “Di vê rewşê de mirov dikare bibêje, netewe ji koma mirovan a xwedî zêhniyeta hevpar pêk tê. Di vê danasîna netewe de ziman, dîn, çand, bazar, dîrok û sînorên siyasî diyarker nînin, ew bi rola gewde radibin. Bi awayekî bingehîn divê mirov netewe weke rewşeke zêhniyetê bide nasîn û ev xwedî karektereke dînamîk e. Di neteweya dewlet de milletperestî mohra xwe li zêhniyeta hevpar dide, lê di neteweya demokratîk de bîreweriya piştgirî û azadiyê mohra xwe li zêhniyeta hevpar dide. Lê netewe bi tenê bi rewşên xwe yên zêhnî bêne pênasekirin ev danasîn wê kêm be. Çawa ku zêhniyet bê gewde nabin, netewe jî bê gewde nabin. Neteweyên xwedî zêhniyeta milletperest gewde û bedena wan saziyên dewletê ne. Jixwe ji ber vî gewdeyê wan ji van neteweyan re dewleta netewe tê gotin. Dema ku saziyên huqûq û ekonomiyê derkevin pêş û bibin xwedî giranî, mirov dikare neteweyên bi vî rengî weke neteweyên huqûq yan jî neteweyên bazarê destnîşan bike. Gewdeyê neteweyên xwedî zêhniyeta azadî û piştgiriyê xweseriya demokratîk e. Bi awayekî bingehîn xweseriya demokratîk ew e, kom û ferdên zêhniyetên weke hev parve dikin xwe bi îradeyên xwe bi rê ve dibin. Mirov dikare ji vê re rêveberiya demokratîk an otorîteya demokratîk jî bibêje. Danasîn û pênaseyeke deriyên wê li gerdûnîtiyê vekirî ne.”   Têgînên bingehîn   Abdullah Ocalan destnîşan kir ku mirov netewebûyîna Kurdan di çarçoveya van têgînên bingehîn de beriya her tiştî dikare ji du aliyan ve bifikire û wiha diyar dike: “Ya yekê, aliyê zêhnî ye. Divê Kurd ziman, çand, dîrok, ekonomî û deverên lê zêde paşguh nekin û der barê van qadên bingehîn de bi bîrewerî rabin ango em behsa hebûnekê dikin ku bi dinya zêhnî (Cîhana zêhnî ya hevpar) ya bi hisên hevpar ên piştgiriyê têne cem hev û parve dikin. Li vir krîtera bingehîn ew e, proje û xeyaleke dinya xwe bisipêre cihêrengiyên wekhev û azad bi awayekî zêhnî bê parvekirin. Mirov ji vê cîhana zêhnî re dikare bibêje utopya an cîhana komin a ferdên azad. Ya girîng ew e, zêhniyeteke azadî û wekheviyê ya cihêrengiyan red nake di qada gelemperiyê de, di cîhana polîtîk û exlaqî ya civakê de Timî pêk bîne. Jiyana bîstûçar saetan bi zênniyeta demokratîk e.    Ya dudiyan; gewde û bedena cîhana zêhniyet ê xwe bisipêriyê. Li vir mebesta me ji gewde û bedenê ew e, li gorî cîhana zêhniyetê ya heyîna civakî xwe bisipêriyê civak ê çawa bê birêxistinkirin? Heyîna bedenî bi kîjan mîmariyê bê avakirin? Bi kurtî, xwezaya civakî û hawîrdora wê ya ji rabihuriyê mayî û modernîteya kapîtalîst ew li gorî armancên xwe gelekî bi nexweşî, bi krîz, bi zordestî û bi mêtingeriyê (Divê mirov pêkanînên gihiştine radeya qirkirina çandî jî li vê zêde bike) bi rêxistin kiriye an jî bê rêxistin kiriye ji nû ve divê bê rêxistinkirin û ev gewde û bedenê pênase dike.   Ji ber ku aliyê zêhnî piştgiriya hestî û cîhana xeyal û fikrî ya kom û ferdên dixwazin bibin netewe eleqedar dike, divê bi awayekî bi sînor were birêxistinkirin. Ji bo vê, pêwîst e ku perwerdeya zanist, felsefe û hunerê (dîn jî di navê de) bê pêşdebirin û bi vê armancê ji xebatên pratîk ên sereke vekirina dibistanan e; erka wan e ku di warê netewe de perwerdeya zêhnî û hestan bidin. Bi qasî ku li hebûna civakî-dîrokî serwext dibe li têkiliya çanda civakî ya niha bi serdemê re serwext dibe û aliyên wê yên rast, xweşik û baş bi hest û fikrên hevpar parvekirin esas e.    Divê azadiya fikir û îfadeyê bi destûra bingehîn misoger bikin   Divê bi şoreşa zanistî, felsefî û hunerî netewebûyîna Kurdan, cîhana bingehîn a hest û zêhniyeta vê netewebûyînê biafirîne; ravekirina heqîqeta rastiya Kurd bi zanistî, felsefî (îdeolojîk) û hunerî bi awayekî azad parve bike. Riya vê jî ew e, divê mirov bi xwe bifikire, perwerdeya xwe bibîne, başiyê parve bike û xweşikiyê pêk bîne. Di asta zêhnî de xusûsa bingehîn a divê dewletên netewe pêk bînin ew e, divê bi azadiya fikir û îfadeyê ve tam dilsoz bin. Eger dewletên netewe dixwazin di bin normên hevpar de bi Kurdan re bimînin, divê azadiya fikir û îfadeyê bi destûra bingehîn misoger bikin û pêve tam girêdayî bimînin û bihêlin Kurd cîhana xwe ya zêhnî û hestî pêk bînin û li ser bingehê cihêrengiyan xwe weke civakeke neteweyî çêkin. Neteweya hevpar bi girêdana tam a bi azadiya fikir û îfadeyê çêdibe.   ‘Xweseriya demokratîk projeyeke çareseriyê ye’   Rêberê Gelê Kurd, destnîşan kir ku mirov dikare xweseriya demokratîk di çarçoveyeke teng û fireh de bide nasîn û got: “Di çarçoveya fireh de xweseriya demokratîk neteweya demokratîk îfade dike. Li guhereke berfirehtir şaxên neteweya demokratîk hene. Mirov dikare wê bi şaxên çandî, ekonomîk, civakî, huqûqî, dîplomatîk û şaxên din bi firehî bide nasîn. Di çarçoveya teng de xweseriya demokratîk şaxê siyasî îfade dike, bi gotineke din tê maneya otorîteya demokratîk an jî birêveberiya demokratîk. Ji bo netewebûyîna demokratîk şaxê xweseriya demokratîk ji bo dewletên netewe yên serwer bêhtir bi pirsgirêk e. Dewletên netewe yên serwer bi giştî xweseriya demokratîk qebûl nakin. Heta neçar nebin naxwazin weke mafekî nas bikin. Ji bo Kurdan jî li hev hatin bi dewletên netewe yên serwer re li ser bingehê pejirandina xweseriya demokratîk dibe. Ji bo jiyaneke hevpar a li bin banekî siyasî bi dewletên netewe yên bi etnîsîte serdest, xweseriya demokratîk şertê herî kêm e. Tercîheke di bin vê re wê pirsgirêkê çareser neke, berevajî wê çaresernekirinê xurt bike û şer zêde bike. Nexasim di van demên dawiyê de projeya kapîtalîzma Ingilîz a ji bo çînên karker û mêtingehên xwe bêhtir bi hêsanî bi rê ve bibe bi navê ‘mafên çandî û ferdî yên lîberal’ pêk aniye, li Komara Tirkiyê jî dixwaze bi destê AKP’ê pêk bîne. Ev projeya ku ji çanda Rojhilata Navîn re xerîb e, bi tenê wê şer û pevçûnê mezin bike. Xweseriya demokratîk projeyeke çareseriyê ye, ji bo dewletên netewe jî ya herî kêrhatî ye. Her fikir û ezmûna di bin vê re ji şer re û ji rewşa pevçûnê re ku mezin dibe, xizmet e.”   Destûra bingehîn a demokratîk    Abdullah Ocalan çareseriyê bi du rêyan nîşan dide û wiha tîne ziman: “Mirov dikare çareseriya xweseriya demokratîk bi du riyan pêk bîne; Ya yekê, li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re ye. Çareseriya wê ya berbiçav bi destûra bingehîn a demokratîk tê îfadekirin. Ji mîrateya civakî-dîrokî ya gel û çandan re rêzê digire. Azadiya rêxistinî û xweîfadekirinê ya van mîrateyan ji mafên bingehîn ên destûrî yên dest ji wan nabe, dihesibîne. Xweseriya demokratîk prensîba bingehîn a van mafan e. Şertên sereke yên vê prensîbê ew in, divê dewleta netewe ya serwer dest ji her cure polîtîkayên îmha û înkarê bikişîne û neteweya bindest jî divê fikra xwe ya avakirina dewletoka xwe ya netewe biterikîne. Heta herdu netewe van meylên xwe yên dewletparêz neterikînin, zor e ku projeya xweseriya demokratîk were pêkanîn.    Welatên Yekîtiya Ewrûpayê di encama ezmûna xwe ya dewleta netewe ya ji sêsed salî zêdetir de qonaxa gihiştinê ew e, di çareserkirina pirsgirêkên herêmî, neteweyî û hindikayî yên dewleta netewe de modela herî baş xweseriya demokratîk qebûl dikin. Li derveyî vê riyê hemû riyên din an pirsgirêkan paş ve dixin û bi vî awayî xetimînê xurt dikin an jî rê li ber şerên dijwar û ji hev dûrketinê vedikin. Dîroka pirsgirêkên neteweyî bi mînakên bi vî rengî tijî ye. Welatên Yekîtiya Ewrûpayê şêst salên xwe yên dawiyê di nava dewlemendî û xweşhaliyê de derbas dikin. Ji ber ku kengî xweseriya demokratîk qebûl kirin, karîbûn bi helwestên nerm û afirîner nêzî pirsgirêkên neteweyî, herêmî û hindikayiyan bibin. Lê li cem Komara Tirkiyê berevajiyê vê dibe. Bi polîtîkayên îmha û înkarkirina Kurdan dixwazin dewletdariya netewe temam bikin. Ji ber vê yekê Komar anîn ber jihevdeketinê, rê li ber pirsgirêkên mîna çiyan mezin vekirin, kirin ku timî rewşa krîzê hebe, her deh salan carekê serî li darbeyên eskerî didin û Komar xistin nava rejîmeke şerê taybet ê Gladîo. Eger dewleta netewe ya Tirk dest ji van polîtîkayên bi vî rengî yên hundir û derve hemûyan û pêkanînên rejîmê bikişîne, bi giştî hemû çandan (çanda Tirk û Tirkmenan jî di navê de) û bi taybetî jî xweseriya demokratîk a hebûna çanda Kurd her ku qebûl bike, wê karibe weke komareke demokratîk û laîk a normal (huqûqî) bigihîje xweşhalî, dewlemendî û aştiya mayînde.   Seferberiya topyekûn   Riya duyemîn a çareseriya xweseriya demokratîk li ser bingehê lihevhatina bi dewletên netewe re nîne, projeya xwe bi awayekî yekalî bi cih tîne. Di çarçoveyeke berfireh de alî û şaxên xweseriya demokratîk bi cih tîne, mafê netewebûyîna demokratîk a Kurdan pêk tîne. Bêguman dewletên netewe yên serwer wê vê riya yekalî ya netewebûyîna demokratîk qebûl nekin û şer ê zêde bibin. Di rewşeke bi vî rengî de dewletên netewe çi yek bi yek çi jî bi awayekî hevpar (mînak Îran-Sûrî-Tirkiye) wê êriş bikin. Li hemberî van êrişan gelê Kurd ‘ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo bi awayekî azad bijî neçar e ku bikeve pozîsyona şer û seferberiya topyekûn.’ Eger di nava şer de lihevhatinek muhtemel bibe yan heta serxwebûn çêbibe, li ser bingehê xweparastinê wê bi tevahî şaxên netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe bi pêş bixin, pêk bînin û wê di vê de texsîr nekin.”   Em ê di beşên din ên dosyayê de li ser bingeha avakirina neteweya demokratîk şaxên wê rawestin.