Îtîraza li dijî girtina xwendekara 16 salî hate redkirin 2026-02-10 13:38:42   ÎZMÎR - Îtîraza li dijî girtina xwendekara 16 salî A.K. ku ji ber parvekirina vîdeoya vehandina porê hatibû girtin, ji hêla 39’emîn DAdgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê ve hate redkirin.    Xwendekara 16 salî A.K., bi hinceta ku li ser hesabê xwe ya medyaya djîtal vîdeoya vehandina porê parve kiribû, li Îzmîrê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Li dijî biryara girtinê, 39’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê îtîraz hate kirin û dadgehê îtîraz red kir. Dadgehê, di biryara xwe de dadgehê îdia kir ku biryara kontrola edlî dê kêm bimîne û bi vê boneyê serlêdan red kir.    Parêzer Edhem Kuruş, got ku dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.