STUC ji bo Rojava kete nava liv û tevgerê 2026-02-12 11:39:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber a Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC), ku xwedî 550 hezar endam in, ji bo Rojava li hev civîn, êrîş şermezar kirin û ragihandin ku ew biryara destpêkirina kampanyaya alîkariya dîplomatîk û madî girtine.   Desteya Rêveber a STUC’ê, ku xwedî 550 hezar endam in, ji bo nîqaşkirina rewşa li Rojava civiya. Civîn ji aliyê Sekreterê Giştî yê TUC’ê Dave Moxham û Cîgirê Serokê Giştî yê UNISON Scotlanda Stephen Smellie ve hate destpêkirin. STUC’ê, biryar da ku li dijî êrîşên li ser Rojava belgeyek helwestê derxîne û kampanyayên hevgirtinê bide destpêkirin.   STUC’ê, di belgeya ku bi sernavê "Hevgirtina bi Kurdan re û Şoreşa Rojava" weşand de, kêfxweşiya xwe ji ber agirbesta di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê de anî ziman, lê bikaranîna tundiyê ji aliyê hêzên çekdar ên Sûriyeyê ve li dijî QSD’ê şermezar kir.   STUC’ê, destnîşan kir ku ji sala 2011’an û vir ve Rojava modelek xwerêveberiyê pêşxistiye ku li ser bingeha demokrasiya gel, azadiya jinan, ekolojiya civakî û aboriya hevkar hatiye avakirin. STUC’ê, diyar kir ku ev model di şerê li dijî DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstiye. STUC’ê her wiha destnîşan kir ku Rojava ev sîstem tevî êrîşên komên cîhadîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne destek kirin, ambargoyê û nebûna alîkariya mirovî parastiye.   'Tirkiyeye piştgiriya cîhadîstan kir'   STUC’ê bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li ser Rojava û diyar kir ku di êrîşên ku ji sala 2018’an heta 2026’an dom kirin de, komên cîhadîst ên ku ji aliyê Tirkiyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê ve tên destekkirin, sûcên giran kirine. STUC’ê, da zanîn ku di êrîşê komên cîhadîst de kuştinên bê daraz, revandin, talankirin û paqijkirina etnîkî rû da ne û hat gotin ku van êrîşan bi taybetî Kurd û jinên rêxistinkirî hedef girtine. Her wiha, hate destnîşan kirin ku tevî hevpeymaniya leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê jî, hêzên navneteweyî piştgiriyek siyasî an pratîkî nedane Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hat gotin ku tevî vê yekê jî, QSD’ê di van pêvajoyan de her tim helwesta xwe ya diyalogê parastiye.   STUC’ê, diyar kir ku Sûriyeyek demokratîk bi rêbazên leşkerî û ferzkirinên navendparêzî nayê damezrandin û da xuyakirin ku pêdivî bi danûstandinên berfireh, naskirina vebijarkên rêveberiya xweser a herêmî û parastina mafên kêmneteweyan heye.   ‘Em ê alîkariyê bidin Rojava’   Di civîna STUC’ê de, biryar hat dayîn ku kampanya û hewldanên dîplomatîk ji bo hevgirtinê bi Rojava re werin meşandin.   Biryarên ku ji hêla STUC’ê ve ji bo hevgirtinê bi Rojava re hatine girtin bi vî rengî ne:   *Peyamek hevgirtinê dê bi rêya Scottish Solidarity with Kurdistan ji Kurdên li Skoçyayê dijîn re were şandin. Ev peyam dê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê re were şandin.   *Alîkarî wê ji bo kampanyaya alîkariya awarte ya Heyva Sor a Kurd ku li Rojava dixebite, werin şandin.   *Komîteya Navneteweyî, dê bi UNISON û tevî sendîkayan li gel Scottish Solidarity with Kurdistan bixebite da ku hişyariyê li ser rewşa Rojava zêde bike.   *Konseya Rêveberiya Neteweyî, dê daxuyaniyek a hevgirtina bi gelê Rojava re bide. Her wiha dê ji Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî were xwestin ku bi rayedarên Sûriyeyê re têkilî daynin da ku êrîşên leşkerî yên li dijî Kurdan û QSD'ê bi dawî bikin.   'Em ê li Londonê zextê bikin’   Cîgirê Serokê Giştî ya UNISON Scotlanda Stephen Smellie, ji ANF’ê re ragihand ku ew plan dikin bi Serokwezîrê Skoçyayê John Swinney re derbarê Rojava de bicivin. Smellie, da xuyakirin ku STUC’ê dê nameyek ji hikûmetê re bişîne û got ku ji bo parastina statuya Rojava ew ê zextê li Londonê bikin.