Nêrgiz Mihemedî veguhestin Girtîgeha Zencanê 2026-02-15 11:31:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Mistefa Nîlî ragihand ku muwekîla wê Nêrgiz Mihemedî ji girtîgeha Meşhedê hatiye veguhestina girtîgeha Zencan. Nîlî eşkere kiriye ku Nêrgiz Mihemedî ji ber êşkenceyê sergêjî pêre çêbûye û çavên wê lewaz bûne.   Parêzerê Nêrgiz Mihemedî, Mistefa Nîlî têkildarî rewşa muwekîla xwe li ser patforma X’ê peyamek parve kir.   Parêzer Mistefa Nîlî eşkere kiriye ku xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ji girtîgeha Meşhedê bo girtîgeha Zencan hatiye veguhestin.   Parêzer Mistefa diyarkiriye ku di dema binçavkirina Nêrgiz Mihemedî de tûndûtijî li beramberî wê hatiye kirin. Her wiha di dema îfadegirtina wê de jî zext û êşkenceyek zêde lê hatiye kirin. Ji ber êşkenceyê sergêjî pêre çêbûye û çavên wê lewaz bûne.   Nêrigiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Sala 2023’yan ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.   Di 12’ê Kanûna 2025’an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.   Roja 8’ê Sibatê Liqa Yek ya Dadgeha Şoreş ya Meşhedê bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propaganda dijî dewletê’ 1 sal û nîv cezayê girtîgehê li Nêrgiz Mihemedî birîbû.