Protestoyên 15’ê Sibatê di çapemeniya cîhanê de ne 2026-02-16 09:56:51   ENQERE - Protestoyên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan, li seranserî cîhanê hatin lidarxistin. Protesto, di rojeva çapemeniya cîhanê de bûn.    Bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserî cîhanê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Çapemeniya cîhanê di nûçeyên xwe de destnîşan kir ku êrişên li dijî Rojava, di salvegera komploya navneteweyî de hatine kirin.    Ajansên Agence France Presse (AFP), MediaPart û 20 Minutes ên Fransayê, çalakiyên protestoyî yên di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê hatin lidarxistin kirin manşeta xwe. Di nûçeya bi sernavê “Bi hezaran çalakvan li Strasbourgê ji bo berdana lîderê Kurd Abdullah Ocalan hatin gel hev” de bal kişand ser daxwaza çalakvanan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statuya Rojava.    Stasyona radyoyê ya bi navê Radio Onda d'Urto ya Îtalyayê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Kurdistan: Ocalan berdin, Rojava biparêze” de hate gotin ku li gelek bajarên Îtalyayê çalakiyên protestoyî hatine lidarxistin. Di nûçeyê de hate gotin ku her sal Kurdên ku 15’ê Sibatê weke “Roja reş” dibînin, li Ewropa û çar aliyên cîhanê çalakiyan li dar dixin. Hat diyarkirin ku êrişên li dijî Rojava jî di salvegera komployê de hatine kirin.    Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) a navenda wê Îtalya jî çalakiyên protestoyî yên li Îtalyayê derxist pêş û got: “Pirsgirêk, êrişên qirkirinê ên li dijî Kurdan e.”    Ajansa nûçeyan a navenda wê Îtalya Pressenza’yê jî protesto bi sernavê “Milano, careke din ji bo Rojava û Ocalan li qada ye” parve kir. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Ocalan, tevî şert û mercên giran ên girtîgehê jî hêj rê nîşanî gelê xwe dide. Gelek ê ji wî hez dike û daxwaza azadiya wî dike heye. Her çend weke ku li Tirkiyeyê her tişt baş xuya bike jî, pêvajo disekine; hêdî pêşketina pêvajoya aştiyê, diwestîne.”    Platforma medyayê ya aydê Reutersê, Reuters Connectê jî çalakiyên li Qamişloyê derxist pêş û bi sernavê “Kurdên Sûriyeyê, li Qamişloyê bi daxwaza berdana lîderê milîtanê Kurd Abdullah Ocalan meşê li dar dixe” parve kir.