29 roj in Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye 2026-02-17 11:32:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên hikumeta demkî 29 roj in dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê. Rewşa mirovî ya zêdetirî 600 hezar kesî girantir dibe.   Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji 20’ê Çileya borî ve dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê. Di encamê de rewşa mirovî, tenduristî û xizmetguzarî ya zêdetirî 600 hezar kesî girantir dibe. Metirsî hene ku di demeke nêzîk de karasetek çêbe.   Li bajar û gundewarên Kobanê pêdiviyên bingehîn pir kêm bûne, rê nayê dayîn ku alîkarî derbas bibin. Vê yekê bandoreke rasterast li ser qada tenduristiyê kir ku nexweşxane û navendên tenduristiyê bi derfetên pir kêm kar dikin û gelek cureyên dermanan kêm bûne.   Şênî ji ber tunebûna şîrên zarokan gazincan dikin ku xetereya li ser jiyana pitikan zêde dike. Xebatkarên tenduristiyê diyar kir ku berdewamiya vê rewşê hişyariyên zêdebûna nexweşiyan, bi taybetî nebûna xwarina baş di nava zarokan û kesên bi temen zêdetir dike.   Şêniyên Kobanê û saziyên wê banga vekirina demildest a korîdorên mirovî ji bo derbasbûna alîkariyan kir. Şênî diyar dikin ku dorpêç binpêkirina qanûnên mirovî ye.