‘Divê mafê zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya qanûnî’ 2026-02-20 09:09:38   STENBOL - Rêveberên Komeleya Lêkolîna Kurd diyar kirin ku zimanê dayikê mafê mirovahî û azadiya fikr û ramanê ye û diyar kirin ku divê Kurdî bikeve bin ewlehiya qanûnî.   Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999'an  de 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Lêbelê, gelên ku li Tirkiyeyê û herêma Kurdan dijîn bi sedsalan e bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku zimanê wan ên dayikê hedef digirin re rûbirû ne.   Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Kurd Melek Komurcu û Ruken Kalin der barê girîngiya zimanê dayikê de axivîn.   ‘Ziman mafê esas yê mirovan e’   Melek Komurcu da zanîn ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî divê bikeve bin ewlehiya qanûnî û got: “Zimanê dayikê di heman demê de mafê azadiya fikr û ramanê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê mirov e. Divê sererastkirin bên kirin. Divê li dibistanan, qadên xizmetê, sektora tendurisityê pêşiya ziman bê vekirin. Perwerdehiya bi Kurdî girîng e. Malbat heta temenekî zarokên xwe bi Kurdî mezin dikin. Lê piştre bi Tirkî perwerdeyê dibînin.”   ‘Divê di mijara ziman de wekhevî hebe’   Melek Komurcu got li cihekî wek Stenbolê ku piranî nifûsa wê Kurd in, hişyariyên bi Kurdî tune ne lê bi zimanên cuda yên Îngîlîzî û Erebî hene. Melek Komurcu wiha got: “Ger ku behsa xwişk û biratiyê bikin divê ewil di  iman de wekhevî hebe.  Ziman tunebe çand jî tune dbie. Ziman ne tenê alava axaftinê, rihê jiyana çandî ye. Divê şaredarî û dewlet projeyên şênber pêş bixînin û di vê nokteyê de gavên şênber bên avêtin. Divê li nexweşxaneyan, navendên tenduristiyê bi zimanê dayikê xizmet bên dayîn. Divê qadên îstîhdamê yên bi zimanê dayikê bên vekirin.”   Melek Komurcu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo zarok Kurdî fêr bibin dibistana Kurdî şert e.Divê ziman bikeve bin ewlehiya qanûnî. Ger ziman qedexe be, ew zarok çiqas baş Kurdî bizanibe jî nikare baş fêr bibe. Ji ber zarok nikarin xwe baş îfade bikin ji mafên xwe bêpar dimînin. Nakokiyan dijîn. Ev jî rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Em ê ji bo mafê zimanê dayikê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Divê em xîtabî ciwanan bikin’   Ruken Kalin jî diyar kir ku ciwan  ji ser çapemeniya civakî bi temaşekirina vîdeoyên kurt tiştan fêr dibin û got: “Divê em di van trendan de cih bigirin û xwe bigihînin wan. Cîhana çapemeniyê ji bo ciwanan cîhanek nû û cudaye.Jiyana xwe li wir didomînin. Dema naverokên Kurdî fêr dibin ji van parvekirinan fêr dibin. Divê em jî kampanyayên xwe li gorî cîhana wan plan bikin.Di platformên X de dikare Kurdî bê axaftin. Em kampanyayê xwe bi gel re rêxistin dikin.Em ji gel piştgiriyê dixwazin. Em ji gel nêrînan digirin. Hewcedariya me bi kampanyayek çawa heye divê em vê nîqaş bikin.”