Ji Enstîtuyên Kurdî daxuyanî: Zimanê me rûmeta me ye 2026-02-20 20:18:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de, Enstîtuyên Kurd ên Swîsre, Bruksel û Stockholmê daxuyaniyeke hevbeş dan. Enstîtuyan destnîşan kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê şert e.   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye îlankirin û hat diyarkirin ku ev dîrok, ji bo bîranîna xwendekarên zanîngehê yên ku di dema Tevgera Zimanê Bengalî de li Bangladeşê jiyana xwe winda kiribûn, hat pejirandin. Hat diyarkirin ku Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî her sal li welatên endamên UNESCO’yê tê pîrozkirin û parastina pirzimanî tê kirin.   Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin:   “Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ku ji aliyê UNESCO’yê ve di 21’ê Sibatê de hat pejirandin, em zimanê dayikê yê gelê xwe pîroz dikin. Ziman, di jiyanê de amûrê herî girîng ê ragihandinê ye. Her netewe rûmet û hebûna xwe bi zimanê xwe diparêze. Winda kirina zimanê neteweyekê; dibe sedema winda kirina nirx, dîrok, çand û hunera wê.Roja Zimanê Dayikê bi bîra me dixe ku parastina zimanê me erka her kesî ye û divê em vê nirxa pîroz bigihînin nifşên nû.   Li cîhanê nêzî 6-7 hezar ziman hene. Ji van 2.500-3.000 di bin xetereya tunebûnê de ne. Gelê Kurd jî xwedî zimanekî qedîm e. Bi hezarên salan e em li ser axa xwe bi zimanê xwe diafirinîn. Zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevn û kokdar ên cîhanê ye.Zimanê kurdî ji çar zaravayên sereke; Kurmancî, Soranî, Zazakî û Hewramî pêk tê. Her zaravayek bi qasî zimanekî serbixwe têr û tekûz e. Fîlozof, zanyar û rewşenbîrên kurd bi vî zimanî bi sedan destnivîs û berhemên edebî û dîrokî pênûs girtine. Lê belê bi dabeşbûna Kurdistanê ya di navbera çar dewletan de, zimanê kurdî jî bi polîtîkayên înkar û asîmilasyonê re rû bi rû maye.”   Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hat kişandin ser polîtîkayên asîmilasyonê yên li Bakurê Kurdistanê û hat diyarkirin ku li gelek deveran bikaranîna kurdî qels bûye. Hat destnîşankirin ku zimanê kurdî bi xetereya asîmilasyoneke organîze re rû bi rû ye.Enstîtuyan diyar kirin ku parastina ziman tê wateya parastina hebûna neteweyî û bal kişandin ser wê yekê ku perwerdehiya bi zimanê dayikê neçarî ye.Ji bo parastin û pêşxistina zimanekî, perwerdehiya bi wî zimanî şert e. Neteweyek ku bi zimanê xwe perwerde dibe, hem zimanê xwe, hem nirxên xwe û hem jî rûmeta xwe diparêze. Ziman; bîra dîrok, nirx û rûmetê ye.”