TJA: Zimanê Kurdî bila bigihêje statûya xwe 2026-02-21 10:07:41   AMED - TJA têkildarî 21’ê Sibatê de daxuyaniya nivîskî ku weşand de destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bigihêje statûya xwe û wiha hat gotin: “Bêgûman divê demildest li gor vê xalê gav bên avêtin û divê hemû qedexe, zext û dorpêçkirinên li ser zimanê Kurdî ji holê bên rakirin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyeniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:   “Tê zanîn ku di sala 1999'an de ji aliyê UNESCO ya Netewên Yekbûyî ve ji bo pirzimaniya li cîhanê were parastin Roja 21’ê Sibatê wek Roja Zimanên Zikmakî yên li Cîhanê hat îlan kirin.   Lê di serê sedsala 20'emîn de bêguman weke gelek deverên cîhanê, dema mirov bala xwe dide polîtîkayên li Tirkiyeyê yên ku di encama feraseta desthilatdariya netew-dewletî ya ku politikayên yekzimanîyê parastin û ji sed salî zêdetire heman feraset didome, xetereyên li ser zimanên heyî roj ji roja din zêdetir bûn.   Li Tirkiyeyê nêzî sed salê ye ku ji bilî zimanê Tirkî hemû zimanên heyî hatin qedexekirin û ji qadên civakî hatin dûrxistin û bi awayekî pergalî rastî asîmilasyonê hatin kirin. Li gor daneyên UNESCOyê li Tirkiyeyê 18 ziman wunda bûn û yên mayî jî bi tunnebûnê re rû bi rû mane.   Dema em bala xwe didin rewşa Zimanê Kurdî ya li Tirkiyeyê ew rûyê dewletê yê ku bi polîtîkayên Qanûna Şark Islahatê polîtîkayên qedexekirin, tunnekirin, înkar, tunehesibandin û asîmîlasyonê ji sed salî zêdetire ku li ser zimanê kurdî dimeşîne, derkeve pêşîya me. Li gel ku li Tirkiyeyê nêzî nîvê nufûsa wê Kurd in jî heta niha di ti warê fermî de ziman û mafên Kurdan nehatine nasîn.   Ev feraseta dewleta mêrperest a li Tirkiyeyê bi heman awayî heta îrorojê jî zimanê asîmîlasyonê berdewam kir lê vê carê asîmîlasyoneke bi reng û şêweyên cuda meşand. Qirkirina zimanê kurdî bi qedexekirin û girtina rojname, kovar, sazî û dezgehên ziman, sitran û konser, cil û bergên kurdî û hwd berdewam kir.   Bûguman li hember vê feraseta heyî ji 40 salî zêdetire di encama têkoşîna gelê Kurd û bi taybetî jî di encama mûzakereyên Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê, sazî û dezgehên din ên welatparêz de ango di encama têkoşîna Gelê Kurd de Zimanê Kurdî ji ber devê kêra asîmalasyona dewletê hat xelas kirin.   Lê bêguman ji ber bandora asîmîlasyona sedsalî îro xeteraya herî mezin a li ser Zimanê kurdî bi asimilasyoneke navxweyî li Bakûrê Kurdistanê didome. berwedan û parastina Zimanê Kurdî îro tenê bi sazî û dezgehan ne mimkûn e. Ji ber vê yekê jî divê bi lezgînî statûya Zimanê Kurdî were qebûlkirin û bingeha wê ya makeqanûnî were rûniştandin.   Em wek Tevgera Jinên Azad çawa ku bi salane li her cihî parastina mafê jinan dikin bi heman awayî parastina zimanê zikmakî jî dikin. Ziman û jin rahikê heman darê ne.   Em jin careke din ji vir dibêjin ku bi awayekî lezgînî divê zimanê kurdî bigihêje statûya xwe û bi makeqanûnê were parastin. Pirrengîya ziman, dewlemendiya civakên heyî divê bê parastin. Bêgûman divê demildest li gor vê xalê gav bên avêtin û divê hemû qedexe, zext û dorpêçkirinên li ser zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Her wiha ji bo pêkanîna vê divê têkoşîn li her qadê bê bilindkirin û berfirehkirin.”   Di vê çerçoveyê de em 21'ê Sibatê Roja Zimanê cîhanê li tevahiya Gelê Gurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Ziman hebûn û xwebûna gelan e.”