Li Stenbol û Şirnexê binçavkirin 2026-03-27 12:39:18   STENBOL/ŞIRNEX - Îro di danê sibehê de li Stenbolê û Şirnexê bi ser malan de hate girtin. Li Stenbolê herî kêm 26 û li Şirnexê jî herî kêm 20 ciwan hatin binçavkirin.   Îro di danê sibehê de polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku serdegirtinên malan bi hinceta pîrozbahiya Newrozê hatine kirin. Di encama serdegirtinên malan de zarok jî di nav de herî kêm 26 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.    Li Şirnexê herî kêm 20 binçavkirin   Di danê sibehê de li navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û herî kêm 20 ciwan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî, di çarçoveya lêpirsîna Serdzogeriya Komarê ya Şirnexê ya bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.    Hat zanîn ku ciwanên hatin binçavkirin hatine derbkirin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.